Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Danûstandinên Aştiya Afganistanê li Doha Tên Destpêkirin


Roja Şemiyê li Doha paytexta Qatar nûnerên hikûmeta Afganistnaê û Tevgera Talîban dest bi civîn û danûstandinên aştiyê yên dîrokî kirin, bi armanca dawiyê li wan şer û nakokiyan bînin ku bûne sedema mirina dehan hezar sivîl û leşkeran li wî welatî.

Şerê 19 salan li Afganistnaê, weke dirêj tirîn beşdariya leşkerî ya Amerîka tê dîtin, di şerekî jiderve da, ku piştî êrîşên teroristî yên11ê Septemberê kirbûn ser New York û Washington, ev şer di serdema Rêveberiya 3 serokên Amerîka da tê domkirin.

Di civînên îro Şemiyê da li Doha, nûnerên di asta herî bilind da yên hersê aliyan, Hikûmeta Afgansitanê, Tevgera Talîban û Amerîka beşdar in.

Nûnerên aliyên sereke yên beşdar di danûstandinên aştiyê da, Serokê Civata Aştiya Afganistanê û Serokê Şanda Hukûmeta Kabul Ebdullah Ebdullah û Rêberê Tevgera Talîban Mullah Baradar Akhund û Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo amade ne.

Pompeo aliyên nakokbar hişyar kirin ku bigehin lihev hatinekê û aştiyê pêk bînin, di civîna sêalî da ya îro Şemiyê Pompeo got, diyaloga ku dê sibê Yekşemê bihê destpêkirin, pêdivî bi kar kirenk sext û qurbanîdanê be, lê divê aştiyek mayînde jê derkeve.

Pompeo got"Şêweyê sistema siyasî helbet hûnê biryar bidin", herwiha got, bi hêvîne ku mafê hemû Afganiyan bihê parastin û pêşketina civakê bihê biryar dan di nav da beşdariya jinê di jiyana giştî da.

Berpirs, Dîplomasî û Analîst dibêjin, herçende hatina aliyan bo ser maseya aştiyê destkeftek giringe, lê ev nayê wateya ku rêya aştiyê dê ya vekirî û bi sanahî be.

Nûnera taybet ya Netewên Yekbûyî li Afgansitan Deborah Lyons, vê mehê li hember Civata Ewlekariyê li New York gotbû"Divê diyaloga aştiyê zincîrek pirsên kûr hilgire, li ser şêweyê dewletê yaku Afganî dixwazin."

Danûstandinên aştiya Afganistanê rojekê piştî bîranîna 19 salan ya êrîşên 11ê Septemberê hatin destpêkirin, êrîşên ku bûne sedem, Amerîka bi rêya leşkerî êrîşan bibe ser Afganistanê.

Mullah Baradar Akhund Lîderê Talîbanê berî ku dîtinên rû bi rû destpê bikin got "Divê sistema Afganistanê Îsalmî be û hemû eşîret û hoz û nijad wekhev bin bê bê cûdahî bi viyan û biratî bi hevra bijîn".

‌Herwiha got "Dibe ku di danûstandinan da pirsgirêk hebin, lê divê em bi sebir û aram bin".


Di nava peymana aştiya li Afgansitanê da mercê vekişîna hêzên Amerîkî heye û berdana nêzî 5,000 girtiyên tevgera Talîban yên ku ji aliyê hikûmeta Kabul ve di girtî bûn, hatien berdan, pirsgirêk li ser hejmarek kêm hebû, lê ew ew endamên girtî yên Talîbanê weke çareseriya navîn dê li Qatar girtî bimînin heta ku encamên baş ji aştiya giştî ya Afganistanê der dikevin.

XS
SM
MD
LG