Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Afghanistanê Axaftinên Lezgîn Dike û Talîban Bajarokekî Nêzîkî Kabulê Kontrol Dike


Serokê Afghanistanê Ashraf Ghani got ew axaftinên lezgîn bi serkirdeyên xwecihî û hevbendên navnetewî re dike, di demekê de ku çekdarên Talîbanê nêzîkî Kabula paytext dibine û wan bajarokekî başûrê Kabulê kontrol kiriye.

Ghani di axaftineke televizyonî de got,”wek serokê we, bala min li ser nehîştina tûkçûna seqamgîriyê, tundûtûjiyê û derbiderbûna xelkê min e”.

Axaftina Ghani tê di demekê de ku Amerîka û hin welatên din hêzan dişînin nava Afghanistanê ji bo derxistina berpirs û karmendên balyozxaneyên xwe.

Ghani ti bersivên Talibanê nedan ku daxwaz kiribûn ew dest ji kar berde li beramber agirbestekê ji bo axaftin û lihevkirinekê.

Ghani got ku “tevlêkirina hêzên berevanî û ewlekariyê ew xema wan a serekeye û pîvanên rijd di vê derbarê de tê danîn.”

Berî axaftina Ghani bi demeke kurt Talîbanê Pul-e-Alam paytexta parêzgeha Logar ku 70 kîlometir başûrî Kabulê ye kontrol kir, li gor endamekî civata xwecihî ya parêzgehê.

Endamê civatê yê ku nexwest navê xwe aşkere bike ji ajansa Reuters re got ku Talîban rastî ti berxwedanê nehatin.

Kontrolkirina bajarokê Pul-e-Alam tê rojekê piştî pêşketina Talîbanî di mezintrîn sûyem û duyem bajarên Afghanistanê de.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG