Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Dixwaze Hevkariya Xwe Ya Leşkerî Digel Çînê Berfireh Bike


Medyaya dewleta Îranê ragihand ku Serokê Îranê Ebrahîm Raîsî daxwaza hikûmeta xwe ji bo hevkariyeke nêzîktir digel Çînê kir di axaftinên xwe da dema serdana wezîrê berevaniyê yê Çînê.

Li gorî wê raporê, Raîsî gotîye Wezîrê Berevaniya Netewî yê Çînê Wei Fenghe: Têhran peywendiyên xwe digel Pekînê stratejîk dibîne. Hevkariya nêzîktir dê xizmeta dijî derketina yekalîbûna Amerîkayê bike, dema ku danûstandinên vejandina peymana navokî ya Tehranê digel hêzên cîhanî sekinîne.

Raîsî got: "Dijî derketina yekalîbûnê û avakirina aramî û yekrêzîyê bi hevkariya hêzên serbixwe û hemfikir pêkan e."

Di bersivê da Wei got ku başkirina peywendiyên di navbera Îran û Çînê dê ewlehiyê dabîn bike, "bi taybetî di rewşa nûke ya metirsîdar û aloz da."
Weî her wiha digel hevtayê xwe yê Îranî General Mihemed Riza Aştinayî jî hevdîtin pêk înaye û hat ragihandin ku ew vexwendiye Çînê digel rayedarên din yên leşkerî yên Îranê.

Weî got ku seredana wî bi armanca "pêşvebirina hevkariya berevaniyê ya stratejîk" e di navbera Îran û Çînê da –wî herwiha got wê hevkariyê dê bandorek "berbiçav" ser pûçkirina yekalîbûnê û têkoşîna li dijî terorîzmê hebe.

Îran û Çîn peywendiyên xwe yên leşkerî di van salên dawî de zêde kirine, ku hêzên wan yên deryayî serdana yekûdu kirine û rahênanên deryayî yên hevbeş li Okyanûsa Hindê pêk înane.

Di sala 2021an de, Îran û Çînê peymaneke hevkariya stratejîk ya 25-salî îmze kiribûn ku tê de gelek çalakiyên aborî ji petrol û heta pêşxistina çalakiyên pîşesazî li Îranê û herwiha hevkariyên veguhestinê û çandiniyê hene.

XS
SM
MD
LG