Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bertekên Toleyên Dijî Nefta Rûsya Ser Bazara Cîhanî Çi Ne?


Zevîyên petrolê li Rûsyayê (arşîv).
Zevîyên petrolê li Rûsyayê (arşîv).

Bi berdewamîya şerê Rûsya li Ukraynayê û pê re jî zêdebûna asta toleyên welatên Rojavayî li ser Moskowê, pispor bawer dikin ku bertekên aborî yên vê yekê dê li ser piranîya welatên cîhanê giran bin.

Yek ji sektorên ku niha ve zîyan jiber dagîrkirina Rûsya ya Ukraynayê û bersîva welatên Rojava hember wê sektora neftê ye.

Buhayê neftê ji destpêka şerê Ukraynayê berî du hefteyan zêde dibû, lê roja Sêşemê Serokê Amerîkî Joe Biden derkirîna neft û gaz û berhemên din yên gazê qedexe kir. Ev jî bûye sedem ku buhayê neftê li seranserê cîhanê bilind bibe.

Li gor bazarên cîhanê, îro nirxê bermîla nefta xav ya Brent gihişt dora 140 dolaran ku ev bi xwe jî buhayê herî bilind e ji sala 2008’an ve.

Buhabûna nirxê nefta xwe yekser bandorê li buhayê benzîn û mazot û berhemên din yên petrolê bi awayekî berçav dike.

Di dema ragihandina qedexekirina derkirîna nefta Rûsî, Biden jî eşkere kir ku ewê ew gav bibe sedema zêdebûna buhayê van berhmenên bazirganî ku xelk bi awayekî rojane bi kar tînin.

Rûsya dora 10% ji rêjeya derfirotina neftê ser asta cîhanê berhem dike. Jiber vê jî pispor pêşbînî dikin ku ewê bandora van gavan li Amerîka, Ewrupa û deverên din yên cîhanê were hest kirin.

Dana hinek hejmaran li vir dê rewşê bêtir zelal bibe. Amerîka dora % 3 ji pêdivîyên xwe yên neftê ji Rûsyayê derdikire. Brîtanya dora % 8. Lê, welatên Ewrupa bêtir di xerckirina neftê de xwe dispêrin Rûsyayê. Wekî mînak, Hollanda û Almaya bêtirî % 30 ji nefta xwe ji Rûsyayê derdikirin. Jiber wilo heta niha, Yekîtîya Ewrupa tenê qedexe danîye ser derkirîna gaza xwezayî ji Rûsyayê.

Du senaryoyên pêkan

Hinek pispor dibêjin li pêş bazara nefta cîhanê du senaryo hene.

Aborîzan Ciwan Hemo bawer dike ku lihevhatineke sîyasî di navbera Rûsya û Ukrayna û welatên ku piştgirîya Kîevê dikin çêbibe û buhayê enerjîyê hêdî hêdî vegerin astên xwe yên normal.

“Ya din jî berdewamîya dagîrkerîya Rûsya ye heta ku rejîma desthilatdar li Ukrayna bikeve û li şûna wê rejîmeke nêzî Moskowê were danîn, êdî wê çaxê dê Ewrupa hêdî hêdî dest ji nefta Rûsyayê berde û peymanên neftê ligel welatên wekî Erebistana Saudî, û Îran û Venezuelayê (piştî sivikkirina toleyên dijî herduyên dawî) îmza bike, û wiha jî ligel Qeterê peymanên derkirîna gaza avî, tevî buhabûna wê, îmza bikin,” Hemo ji Dengê Amerîka re got.

Di vê çarçoveyê de, hefteya borî şandeke payebilind ya Amerîkî serdana Venezuelayê kir û ligel serokê wî welatî, Nicolas Maduro, kom bû.

Tevî ku Venezuela hevalbenda Rûsya ye û li jêr toleyên Amerîkî yên giran dijî, berdevka Qesra Sipî Jen Psaki got ku yek ji babetên li Caracas hatin gotûbêj kirin ewlekarîya enerjîyê bû.

Piştî wê serdanê, Venezuela du welatîyên Amerîkî, ku li cem wê girtî bûn, azad kirin.

Hin çavdêr jî dibêjin ku ev gavên dawî nîşana destpêka başbûna peywendîyan di navbera Washington û Caracas de ye û hingê Venezuela di warê dabînkirina pêdivîyên neftê yên Amerîkayê de dikare bibe alternatîva Rûsya.

XS
SM
MD
LG