Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pêlek Nû ya COVID-19 li Parêzgeha Duhok Belav Dibe


Desteya doktor û peristyaran li nexweşxaneke bajarê Duhok
Desteya doktor û peristyaran li nexweşxaneke bajarê Duhok

Ji egera rêjeya bilind ya tûşbûyên vîrusa korona li Duhok, qedexeya hatin û çûnê ji layê wezareta navxwe ya hikûmeta herêma Kurdistanê hat ragehandin.

Vê yekê kartêkirnek raste rast ya nerênî li karmend û bazaran kirîye. bi taybet yên jiyana wan li ser dahatê rojane weke karkerên avahiyan, xwaringehan, kafê û cihên geşt û gozariyê.

Welatiyên parêzgeha Duhok li ser vê mijarê tên axftin û di bêjin, qedexe ne çareye jiber ku bandora wê li ser jiyana xelkî heye, yên ku rojane li debara jiyana xwe digerin û kar dikin.

Welatî weha dibînin ku giringe hikûmet hindek rêkên nû jibo xweparastinê peyda bike û mekanîzîmên din dibîne.

Hind welatî pêgiriyê bi biryara vê carê ya qedexeya derketinê nakin, ew welatî dibînin ku xelkê hejar û kêm deramet dibe qurbana biryarên weha.

Mamoste Îsmaiîl Mustefa dibêje "beşdarî nekirin di bûyerên malbatî de yên weke şahî, behîdarî, mêhvandarî û karanîna maskan baştîrîn çareseriye ji bo xweparastinê."

Ji hejî bîrxistinê ye ku di ragehandina wezareta saxlemiya herêma Kurdistanê da hatiye ku di dema herî dawî de (612) kes bi helgirên koronayê hatine tomarkirin, ji wan (396) li parêzgeha Duhokê ne û 13 nexweşan li herêma Kurdistanê canê xwe ji dest daye 6 ji mirîyan rûniştvanên Duhokê ne.

Ta amadekirina vê raportê li parêzgeha Duhok 820 nexweşan bi koronayê canê xwe ji dest dane.

Roja Yekşemê dîsan hatiye plankirin ku desteya operasyona li dij vîrusa koronba li herêma Kurdistê dê derbarê biryar û rêkarên nû yên qedexeya derketinê civînan encam bidin.

Raporta Duhok - 11 04 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:42 0:00

XS
SM
MD
LG