Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Qubrus ji ber Vîrusa Korona Gemiyeke Koçberan Vedigerîne


Peyvdarê polîsê Qubrusê got desthilatdaran gemiyeke koçberan a ku 100 kes li ser pişta wê bûn vegerand, li gor biryareke hikûmetê ya ku derbasbûna biyaniyan bo welêt qedexe dike bi sedema belavbûna vîrusa korona.

Christos Andreou ji ajansa dewletê ya nûçeyan re got polîsên nobedar doh êvarî xwe gihand gemiya ku nêzîkî qeraxa başûrê rojilatê welêt dibû û ji koçberan re got ew nikarin derbasî bin ji ber ku biryara qedexekirina derbasbûna welêt heye.

Andreou got nobedaran xwarin û vexwarin dan koçberên ku di destpêkê de red kir vegerin lê dawiyê vegeriyan.

Peyvdarê polîs got serokê polîs fermana tundkirina pîvanên nobedariya sînorên deryayî daye, di nav de jî herêma ewle ya ku Neteweyên Yekgirtî wê kontrol dike di navera aliyê Tirkiyê yê Qubrusê û yê Yûnanistanê de.

Di heman demê de, polîsê Qubrusa aliyê Tirkiyê got gemiyeke ku 175 Sûrî li ser bûn, bi berbanga sibeha Şemiyê re gihîşt nîvgirava Karpasê.

Hikûmeta Qubrusê Tirkiyê tawanbar dike ku ew koçberan dişîne Qubrusê, bi taybetî di aliyê bakur re.

Jêder: AP

XS
SM
MD
LG