Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lubnan Banga Alîkariyê li Welatên Dost û Heval Dike


Serokwezîrê demkî yê Lubnanê Hesen Dîab
Serokwezîrê demkî yê Lubnanê Hesen Dîab

Serokwezîrê demkî yê Lubnanê Hesen Dîab îro Çarşemê banga alîkarîyê jibo welatê xwe kir û got ku Lubnan 'di navenda xeterekîyeke mezin de ye', û hewcedarî welatên dost e ku wê rizgar bikin.

Serokwezîr Hesen Dîab di axaftineke televizyonî de, li ser rewşa Lubnanê axivî û got "Yan hûnê wê niha xilas bikin berîya ku pir dereng be yan na, ti poşmanî dê nebe alîkar," Dîab weha got.

Lubnan di nava krîzeke darayî ya kûr de ye ku ji şerê navxweyî yê 1975-1990'an vir ve, xeterîya herî mezin ya li hemberî aramîya welêt e.

Dîab, tenê wek serokwezîrê demkî yê hikûmetê birêve dibe jiber ku kabîneya wî piştî teqîna li bendera Beyrûtê ya 4'ê Tebaxa sala borî de karvekişîna xwe ragihandibû.

Teqîna li bendergeha Beyrûtê, heremên mezin yên paytext hilweşand, bi sedan kes hatin kuştin û bi hezaran kes birîndar bûn.

Ji alîyê din, di navbera serokwezîrê destnîşankirî Saad el-Herîrî û serok Michel Aoun de, li ser navnîşkirina wezîrên kabîneyê, ev deh meh in, pirsgirêkên girîng hene, dema ku Lubnan pirtir ber bi hilweşîna aborî ve diçe.

Hikûmetek nû ku bikaribe reforman bide destpêkirin jibo rê liber vekirina alîkarîyên biyanî, pêwîst dike "Ez bang li hêzên sîyasî dikim ku tawîzan pêşkêş bikin, û ewê hindik bin ku her çi qas mezin xuya bikin, jiber ku ewê êşa Lubnanîyan sivik bike û vê rewşa metirsîdar rawestîne,"Dîab got.

Di bin sîstema dabeşkirî ya desthilatdarîya mezhebî de, divê serokê Lubnanê Krîstîyanek be û serokwezîr jî Misilmanek Sunî be.

Serokê niha Aoun yê Krîstîyan, hevalbendê tevgera Şîa ya Hîzbullah ya ku Îran piştgirîya wê dike, ji hêla Amerîka ve weke rexistinek terorîst tê bi nav kirin.

Herîrî, siyasetvanekî navdar yê Sunî, got ku rêka yekane ji derketina alozîya Lubnanê, sererastkirina têkilîyên bi cîranên xwe yên Ereb re ye.

Welatên Kendavê, Erebîstana Saudî jî di nav de, ne dilxwaz in ku alîkarîyê pêşkêş bikin da ku pirsgirêkên aborîya Beyrûtê sivik bibe, û ji ber zêdebûna bandora Hîzbûllahê helweste xwe dûr ragirtinê diparêzînin.

XS
SM
MD
LG