Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Binçavkirina Kurdan û Endamên Rikeberîyê Didomin


Polîsên Tirk li bajarê Wanê li xwepêşanderekî Kurd dixin (Arşîv)
Polîsên Tirk li bajarê Wanê li xwepêşanderekî Kurd dixin (Arşîv)

Li Tirkîyê di destpêka meha Şibatê de heta niha, Stenbol û Enqere di serî de li gelek bajaran bi dehan kes hatin binçav kirin yan jî zindan kirin.

Tê rahighandin ku piranî ya kesên hatine desteser kirin dijberên desthilatê ne; di nav wan de rojnamevan, xebatkarên şaredarîyê, sîyasetvan, hiqûqzan, alîgirên CHP’ê û DEM Partî cîh digirin.

Roja Înê jî 14ê Sibatê, li Stenbol, Îzmîr, Şirnex û Mêrsînê bi operasyonekê hejmarek kes hatin binçav kirin ku di nav de parêzvanên Komela Hiqûqzanên Azad (OHD) jî hene.

Seroka Komela Mafên Mirov (ÎHD) ya Baskê Enqerê, Nuray Çevîrmen ji Dengê Amerîka re got ku sedema binçavkirînê ne hiqûqî, lê sîyasî ye.

“Li Tirkîyê roj tuneye ku kesên rikeber neyên binçav kirin yan jî zindan kirin. Em van hemî tomar dikin û raportan amede dikin. Di van demên dawî de jî pir kesên mixalif hatine binçav kirin û zindan kirin. Li Tirkîyê girtina van kesan ne hiqûqî ye bi tevahî sîyasî ye. Armanc desthilatê bi van kiryaran astengkirina azadîya ramanê ye.”

Çend roj berê jî li Stenbolê 10 kesên ku endamê şaredarîyên CHP’ê ne, hatibûn binçav kirin. Serdozgerîya Komarê ya Stenbolê sedema van binçavkirinan di hilbijartinên şaredarîyê de “Lihevkirina Bajar” yên ku di navbera CHP û DEM Partî de pêk hatine nîşan da.

Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel, ev helwesta serdozgerîyê bi tundî rexne kir. Ozer dîyar kir ku “operasyonên bi vî rengî encama helwesteke sîyasî ye.”

Li gor Serokê Giştî yê CHP’ê Ozel, piştî ku AKP di hilbijartinên şaredarîyê de têk çû, di van bûyeran de jî zêdebûnek pêk hat. Ozel, jibo dawîkirina van êrîşan jî banga hilbijartina pêşwext jî kir.

Çevîrmen jî vê yekê wek helwesta desthilatê ya jibo tirsandina dijberên xwe dibîne.

“Gotinên ku tên kirin, jibo ku civakê bitirsînin bûye rêbazek. Hemî kesên ku hatine girtin û binçav kirin, kesên ku jibo Tirîyeya demokratîk têdikoşin in. Ew di partîyên sîyasî û sazîyên sivîl yên civakî de kar dikin. Mixabin ev çavtirsandin her ku diçe zêtir dibe,”

Lê, desthilatdarên Tîrkîyê beşdarî van fikran nabe, wezareta dadê di serî de karbidestên Tirkîyê jî radigîhînin ku ew kesên ku hatine girtin pêwendîya wan bi “rêxistinên terorê” ve hene. Jiber wê jî daxuyanîyên opozîsyonê di cîh de nabînin û dijî wan derdikevin.

Hikûmeta Tirkîyê her çiqas li Îmrali bi rêberê PKK Abdullah Ocalan re hevdîtin dimeşîne jî, li ser DEM Partî eciqandin, binçavkirin û danîna qayuman didome û herî dawî li hevşaredarê Wanê Abdullah Zeydan jî ceza hate birîn.

Hember wan pêngavan, DEM Partî li gelek bajaran çalakî li dar dixe. Yek ji van bajaran jî Enqere bû ku di çalakîyê de danîna qayuman, cezadayîna şaredaran û binçavkirinên dawî hatin protesto kirin.

Endamê Desteya Rêvebirinê ya Navendî ya DEM Partî Îhsan Seylan dibêje ku bi wan binçavkirinan desthilata sîyasî dixwaze ku “Lihevkirina Bajaran” terorîze bike.

“Binçavkirin û girtinên li Enqerê û Stenbolê, bi armanca hedefgirtina hinek kesan û têkbirina destketinên sîyasî ne. Ev hewilên ku bi taybetî jibo têkbirina pêvajoya lihevkirina bajêr û bêrûmetkirina destketinan tên kirin.”

Seylan li ser pêvajoya dawî jî dibêje ku hin kesên li nava dewletê dixwazin vê pêvajoye serûbin bikin.

“Niha pêvajeyek aştî û dîyalogê heye û ev pêvajo jibo avakirina aştî û dîyalogê girîng e. Ger em bi rastî dixwazin ku dîyalog û aştî li Rojhilata Navîn pêk were, pêdivî ye ev rêbazên zordarî û astengîyên mezin ji holê werin rakirin.”

ED_03_14_23025_Girtina_DEM_CHP
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:37 0:00
XS
SM
MD
LG