Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Danîmark ji ber Sêdarekirina Xwepêşanderan Gazî Nûnerê Îranê Dike


Wezîrê Derve yê Danîmarkê roja Yekşemê got, Danîmark dê gazî balyozê Îranê bike da ku "hêrsa" xwe nîşan bide piştî ku Tehranê du zilamên pêwendîdar bi xwepêşandanên girseyî yên li ser kuştina Jîna Emînî sêdare kirin.

Lars Lokke Rasmussen ji ajansa nûçeyan a Danîmarkî Ritzau re got, nûnerê Îranê dê ji bo wezareta derve were gazîkirin "ji bo ku peyama herî bihêz jê re bişîne ku binpêkirinên ku li dijî gelê wî têne kirin me dilgiran dike."

Wezaretê ji AFP re piştrast kir ku hevdîtin dê roja Duşemê pêk were.

Îranê roja Şemiyê ragihand ku 2 mêr hatin darvekirin bi tawana kuştina endamekî hêzên nîvleşkerî di meha Mijdarê de di dema xwepêşandanên bêmînak ên ku ji ber kuştina jina Kurd Jîna Emînî di zindanê de derketibûn.

Bidarvekirin bû sedema şermezarkirina navneteweyî, û Neteweyên Yekbûyî "dadgehên nedadmend ên li ser bingeha mukurhatinên bi zorê" şermezar kir.

Amerîka got ku bidarvekirin "pêkhateke sereke ye ji hewlên rejîmê ji bo tepeserkirina xwepêşandanan", ku komara Îslamî hejand piştî mirina Emînî di Îlona sala borî de.

Holanda ya ku hevendama Danîmark ya Yekîtiya Ewrupayê ye, wê jî gazî balyozê Îranê kir û dilgiraniya xwe nîşan da.

Çavkanî: AFP

XS
SM
MD
LG