Serokomarê Tirkîyê û Serokê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP)ê Recep Tayyîp Erdogan Balyozê Amerîka yê li Enqerê Jeff Flake rexne kir.
Erdogan li Stenbolê di merasîmekê de dîyar kir ku Falke bi serdana Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu karekî şerm kiriye.
‘’Tu balyoz î, li vir kesê tu divê pê re rûnî serokomar e. Tu dê piştî niha bi kîjan rûyî rabî ji serokomar randevuyê bixwazî?’’ Erdogan got.
Wî dîyar kir ku divê ew di hilbijartinan de dersekê bidin Amerîka.
Flake di 29’ê Adarê de li Navenda Giştî ya CHP’ê serdana Kiliçdaroglu kiribû.
Wî di 20’ê Adarê de jî serdana Navenda Giştî ya AKP’ê kiribû û bi cîgirê serokê wê partîyê Numan Kurtuluş re rûniştibû.
Jêder: NTV