Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Di Civîna NATO'yê de Ya bi Biden re Divê Pirsgirêkan li Paş Xwe Bihêlin


Serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Yekşemê berîya jibo beşdarbûna Hilcivîna NATO'yê ya li Bruksela paytextê Belçîkayê derkevê rê, li balafirgehê preskonfernaseke pêkanî.

Tayyîp Erdogan dîyar kir ku ew û Serokê Amerîka Joe Biden divê roja Duşemê civîneke bikin da ku pirsgirêkên berê paş de bihêlin, di nav wan de jiber kirîna mûşekên S-400 yên Rûsî ya ji hêla Enqerê ve, alozîyeke tund jî heye.

Erdogan got ku ewê di hevdîtina cara yekê ya bi Biden re ji Washingtonê 'nêzîkatîyeke bê şert û merc', hêvî dike.

Wî got ku ewê biryara qirkirina Ermenîyan ya di 1915'an de wek naskirina 'jenosîd' , ya Qesira Sipî û her wiha derxistina Tirkîyê ya ji bernameya balafirên şer F-35'an jî bîne rojeva civîne, ku van pêngavan Enqere aciz kiribû.

Erdogan, piştî destpêkirina seroktîya Joe Biden bo sê mehan li benda peywendî ya yekê ya navbera du serokan da sekinî, ku Biden cara pêşî di 23'yê Nîsanê de telefonê Erdogan kir da ku wî ser plana naskirina jenosîdê agahdar bike.

"Pêdivî ye ku em peywendîyên Tirkîyê û Amerîka'yê ji desta yekê bidin ser maseyê. Li hundur û derve de gelek gotegot hebûn, jiber vê yekê divê em biaxivin ka em çawa dikarin van pirsgirêkan li dû xwe bihêlin, em dikarin çi bikin û emê çi bikin. Tirkîyê ne wek tenê welateke ye - ew welatekî hevalbend e," Erdogan got.

Têkilîyên sar yên di navbera her du endamên NATO'yê de, hin pirsgirêkan yên mîna piştgiriya Amerîka jibo şervanên Sûrî yên ku ji hêla Tirkîyê ve terorîst têne hesibandin û her wiha rexneyên tund yên Amerîkî li ser tomara mafên mirovan ya Enqereyê, dide berçavan.

"Welatekî hevalbend di derbarê mijarekê ku ti têkilîya bi NATO'yê re tune de, di pirsgirêka Ermenîyan de helwesteke wisa girt, em aciz û xemgîn kirin. Ne mimkûn e ku meriv vê yekê bi bîra Biden nexe," Erdogan got.

Amerîkayê, piştî ku Tirkîyê mûşekên S-400 yên Rûsî kirî, di 2019'an de firotina 100 F-35 ya Enqereyê, betal kir.

Erdogan, jibo kirîna mûşekên Rûs, Washington jiber bicîh nekirina sozên xwe yên ser Patriot yên Amerîkî, tawanbar kir.

"Mixabin Tirkîyayek heye ku sozên xwe bicîh anîye û Amerîka ya ku sozên xwe bicîh neanî heye yan pabendî bi peymanê nekirin," Erdogan got.

Erdogan bi berdewamî wiha got "Divê em ji Amerîka nêzîkbûneke bê şert û merc, bêyî 'lê' bibînin, ku ewê hevkarî û hêza NATO'yê xurt bike."

Washington dibêje S-400ên Rûsî bi sîstema parastina NATO û balafirên şer yên F-35 re ne lihevhatî ne, lê Enqerê wan fikarana red dike.

XS
SM
MD
LG