Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiye di Nava Aloziyên bi Yunanistanê ra 98 Saliya Serkeftinê Pîroz Dike


Îro Yekşemê 30ê Tebaxê 98emîn salvegera serkeftina Tirkiyê ye bi ser Yunanistanê da û roja Serxwebûnê ye di şer û pevçûnên sala 1922ê da.

Tirkiye bîranîna serkeftina bi ser Yunanistanê da wî çaxî pîroz dike, dema ku îhtîmala derketina şerek din bi hikûmeta Atinayê ra heye li ser herêmên avî yên nakokbar li Rojhilatê Derya Naverast.

Erdogan îro Yekşemê li bîranîna roja serfiraziyê namek weşand û serkeftina şerê berî 98 salan libîr tîne "Xebata Tirkiyê jibo serxwebûn û paşerojê îro jî berdewam e."

Erdogan herwiha got"Qet nepêkane ku îro jî yên dixwazin me biçewsînin li rojhilatê derya naverast heman ew dagîrkerin yên berî 100 salan dixwestin welatê êrişî me bikin."

Di hefte û rojên borî de aloziyên di navbera Tirkiyê û Yunansitanê dom dikirin li ser herêmên avî yên Rojhilatê Derya Naverast. Herdu aliyan heta niha çendîn manowir û tevgerên leşkerî li wê herêmê dane destpêkirin.

Aloziyên Tirkiyê û Yunanistanê zêde bûn, piştî ku nîva vê mehê Tirkiyê keştiya Oruç Reis bi piştevaniya keştiyên cengê hinartiye herêma avî ya nakokbar li derya Ege û li hember girava Kret ya Yunanistanê bi armanca lêgerînên çavkaniyên enerjiyê.

Yunansitan û Yekitiya Ewrupa ji van pêngavên Tirkiyê di nerazîne wan bi "zêdegaviyên Tirkiyê yên ne rewa" dibînin, û dibêjin, Tirkiyê ava deryayî û mafê Yunanistanê binpê dike, lê Tirkiye dibêje, Yunanistan û welatên Yekitîya Ewrupa mafê Tirkiyê yê ava herêmî zep dikin.

Tirkiyê doh Şemiyê dest bi manowirek leşkerî kirîye di navbera girava Qibris û Krêt da, ev tevgera leşkerî dê heta roja 11ê Îlonê dom bike, wezareta berevaniya Tirkiyê hin dîmenên manowira leşkerî weşand bûn ku firokên cengê armancên xeyalî yên F-16 yên Yunanistanê aramnc digirin.

Yunanistan û Qibrisê xwe dane ligel Fransa, Îtalya û Îmaratên Arabî yên Yekgirtî jibo encamdana manowirên leşkerî yên deryayî û esmanî li herêma Rojhilatê Derya Naverast.

XS
SM
MD
LG