Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Farûq El Şara li Dîmeşqê ye


Çend heftiyan piştî hêzên opozisyonê nûçeya veqetiyana wî ji rejîma Sûrî ragihand, Cîgirê Serokê Sûrî Farûq El Şara di civînekê de li Şamê beşdar bû û dawî bi îdîaya cûdabûna xwe anî.

Şara, yê 73-salî, roja Yekşemê li Dîmeşqê bi karbidestekê bilindê Îranê re civiya.

Hejmareka karbidestên Sûrî ji rejîma Beşar El Esed veqetiyane û heta roja Yekşemê dihate îdîakirin ku Şara reviyaye Urdunê. Rejîma Sûrî bi berdewamî nûçeya veqetiyana Şara, ku Sunnî ye, red dikir.

Her di vê mehê de, Serokwezîrê Sûriyê Riyaz Ferîd Hîcab reviya Urdunê.
XS
SM
MD
LG