Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka: Xelîfe Hafter Soz Daye Dorpêça li Ser Sektora Petrolê Hilîne


Arşîv: Xelîfa Haftar û Wezîrê derve yê Almanya Heiko Mass
Arşîv: Xelîfa Haftar û Wezîrê derve yê Almanya Heiko Mass

Balyozxana Amerîka roja Şemiyê ragihand, ku Fermandarê Hêzên Rojhilatê Lîbya (Artêşa Niştîmanî ya Lîbya Xelîfe Hafter soz daye ku dorpêça li ser şerîketên petrolê li Lîbya hilîne ku çend mehin ew dorpêç li ser derbend û şerîketên petrolê dom dikin, lê bîr û zeviyên petrolê heta niha di girtîne.

Daxuyaniya balyozxana Amerîka li Lîbya dibêje, artêşa Lîbya gihande wan ku "pêgiriya şexî ya Fermandar Xelîfe Hafter dê bihêle car din, sektora petrol û enerjiyê bi temamî herî direng heta 12 Septembrê vebibe. "

Ev yek pişt wan hewildanên Amerîka hat ku dixwaze bi rêya dîplomasî di hewildanên bihêztir da bo çespandina agirbesta dualî û dawî anîna li girtina sektora petrolê û derbendên avî bihê li Lîbyaa bi armanca destpêkirina diyaloga di navbera herdu aliyên nakokbar da yên Rojhilat û Rojavayê welat.

Hesaba fermî ya twîtera balyozxana Amerîka li Lîbya di twîteke xwe da daxuyaniya li ser hilandina dorpûça li ser sektora enerjiyê li Lîbya bi zimanê Arabê weşandiye.

Artêşa Niştîmanî ya Lîbî ku Muşîr Xelîfe Hafter fermandariya wê dike meha Yek ya îsal kontrola zevî û şerîketên petrolê kir bû, ku bûye sedema kêmbûna berhemê petrol û enerjiyê ku ji Yek mîlyon bermîlan di rojekê da daketbû 100 hezar bermîlan, û ev bûye sedema têkçûn û krîza aborî li Lîbya.

Desthilata li Rojihaltê Lîbya herçende rê dabû ku hin berhemên petrolê yên embar kirî li Rojhilat hinart bûn bi armanca kêmkirina krîza enerjiyê, lê dorpêç nehatbû hilandin.

XS
SM
MD
LG