Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hamas Dibêje 'Kuştina' Nesrellah Wê Berxwedanê Xurtir Bike


Koma milîtanên Filistînî Hamas roja Şemiyê got ku ew şîna rêberê Hizbullah a Lubnanê Seyîd Hesen Nesrellah piştî kuştina wî di êrîşeke esmanî ya Îsraîlê de dike û got ku mirina wî tenê dê şerê li dijî Îsraîl gurtir bike.

“Sûc û kuştinên ji aliyê dagirkeriyê ve wê vîn û rijdbûna berxwedana li Filistîn û Lubnanê zêdetir bike ku bi hemû hêz, mêrxasî û serbilindiya xwe li ser şopa şehîdan bimeşin û rêya berxwedanê heta serkeftinê û hilweşandina dagirkeriyê, bişopînin," Hamas di daxuyaniyekê de got.

Kuştina Nesrellah derbeyek giran dide Hizbullahê ji ber ku ew ji ber kampanyek zêde ya êrîşên Îsraîlî vedigere. Ew her wih derbeyek mezin e ji bo Îranê, ji ber rola sereke ya ku wî di "Mihwera Berxwedanê" ya herêmî ya ku Tehran piştgirî dide, lîstiye.

'Mihwera Berxwedanê' ew navê komên çekdar ku di nav wan de Hizbullah jî heye. Ew ji aliyê Îranê ve tên piştgirîkirin û ji dema ku şer di navbera hevalbenda wan Hamas û Îsraîlê de di 7ê Cotmehê de derketiye, êrîşan li ser Îsraîlê dikin.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG