Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Huseyîn Kaçmaz: AKP Û MHP Dixwazin HDP’ê Ji Holê Rakin


HDP li avahiyê Makezagona Tirkiyê
HDP li avahiyê Makezagona Tirkiyê

Di 18 Adarê de Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind ji bo girtinê di derheqê HDP’ê de doz vekiribû. Rayedarên HDP’ê radigîhînin ku piştî vekirina vê dozê li ser partîya wan çewsandinên sîstematîk hatine destpêkirin.

Di rojên çûyî de gelek rayedar û endamên HDP’ê hatin binçavkirin. Hevserokê HDP'ê Mîthat Sancar, duyemîn salvegera hilbijardinê şaredarîyê yê 31 Adarê de qise kir û got, "Ana li ser partîya me de êrîşan tînin. Sedema vî ewe ku du sal berê desthilatîyê têkçûneke dîrokî girt. Stratejîya HDP’ê ev têkçûn anî. Ev jî giranîya HDP’ê dîyar dike. Lê desthilatî vîya ji bo xwe xetere nîşan dide û ser HDP’ê de tê."

Parlementerê HDP'ê Huseyîn Kaçmaz jî ji bo Dengê Amerîkayê doza ku li ser partîya wan hatîye vekirin nîrxand û wiha got: "Li ser me doza ku vekirine her derê wî de xeletî diherike. Temaşe bikin endamên me yên ku mirine di derheqê wan de qedexekirina sîyasî tê xwastin. Li ber vî jî Makezagonê ev dozname ji bo rastkirinê paşta şîyand."

Desthilatî di her platformê de HDP'ê bi alîkarîdayîna terorê tewanbar dike. Parlementerê HDP’ê Kaçmaz li ser vî jî sekinî û nêrînê xwe wiha anî ziman:

"AKP me bi alîkarîdayîna terorê sûcdar dike. Teror çi ye? Teror çêkirina tirsê ye. Îro em dibînin ku gel ji zilma AKP’ê ditirse, ji Îtifaqa Komarê ditirse, ji MHP’ê û AKP'ê ditirse. Lê ev herdû partî dixwazin ku bi awayekî bê qanûnî HDP’ê ji holê rakin."

Parlementerê HDP'ê Huseyîn Kaçmaz
Parlementerê HDP'ê Huseyîn Kaçmaz

Kaçmaz li ser girtina HDP'ê jî rawestîya û ragihand ku Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind dê li ser doznameyê rastkirina bike û dura jî car din vegerîne Zagona Bingehîn.

Di 18 Adarê de Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind ji bo girtinê di derheqê HDP’ê de doz vekiribû. Ev doz ji alîyê Lijneya Giştî ya Makezagonê ve 31 Adarê de hatibû lêkolînkirin. Piştî lêkolînê Makezagonê di warê teknîkî de hin kêmasî dît û ji bo rastkirina xeletîyan ji Serdozgerîya Komarî yê Dadgeha Bilind re şîyandibû.

Raporta Enqerê 07 03 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:08 0:00

XS
SM
MD
LG