Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Ser 140 Şaredarîyên HDP'ê Qayûm Hatine Danîn


Daxuyaniya Berpirsên HDPê û Raporta Qayûman

Partîya Demokratîk ya Gelan HDP' "Rapora Qayûmê" eşkere kir. Li gorî raporta HDP'ê heta dawîya sala 2016 an li ser 92 şaredarîyan, di nav salên 2019-2020 an de jî li ser 48 şaredarîyan qayûm hatiye destnîşankirin.

Li navenda giştî ya HDP'ê peyvdarên Lijneya Rêveberîya Herêmî ya Demokratîk ya HDP Hedîye Karaaslan, Salîm Kaplan û parlementerê HDP Mehmet Ruştî Tiryakî pêk ve "Rapora Qayûmê" vegotin û li ber destnîşankirina qayûma jî hikûmeta AKP'ê bi tundî rexne kir.

Parlementerê HDP'ê Mehmet Rûştî Tiryakî, destnîşankirina qayûma yên ser HDP'ê weke binpêkirina vîna gelê Kurd nîşan da û helwesta desthilatdariya Tirkiyê ya dijî HDP'ê wek binpêkirina demokrasîyê rave kir.

Di hilbijardinên şaredarîyê yên sala 2019 an de HDP'ê 4 mîlyon û 356 hezar û 819 deng girtibûn. Berdevka Lijneya Rêveberîya Herêmî ya Demokratîk Hedîye Karaaslan desnîşankirina qayûman wek dest bisedagirtina vîna 4 mîlyonî dîyar kir. Karaaslan wiha got:

"Heta niha li ser 48 şaredarîyê me qayûm hatin destnîşankirin. Desthilatî bi vî jî nasekine di her warîde li ser partîya me tundîtujîyeke dimeşîne. Êrîşên ser me ji bo xwe rewa dibîne. Bi vî hewildanên xwe zagon û demokrasîya Tirkiyê jî her roj binpê dike."

Berdevkê Lijneya Rêveberîya Herêmî ya Demokratîk Salîm Kaplan jî li ser lêpirsînên Desteya Destûra Bingehîn ya Dadgeha Bilind rawestîya. Kaplan ragihand ku bi KHK'yan bêhiqûqîyeke mezin tête meşandin:

"Desthilatîya AKP-MHP'ê êdî temamê jiyanê li ser milên KHK'yan dimeşîne. Di sala 2016 an de 92 şaredarî îro jî 48 şaredarî bi destê AKP'ê hatin xespkirin. Li Tirkiyê dad di destê AKP-MHP'ê de wek amûr û şûrekî tê bikaranîn ku bikaribin hevrikên xwe pê serjê bikin." Weke Salîm Kaplan dibêje.

please wait

No media source currently available

0:00 0:05:17 0:00

XS
SM
MD
LG