Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Jana Seyda: Divê Ku Zimanê Kurdî Bibe Zimanê Bazarê


JANA SEYDA
JANA SEYDA

Dema ku zimanek tê nivîsandin, ew bi xwe re çîrok û serborên hêja hiltîne û ya din jî, ji wendakirinê tê parastin.

Di zimanê kurdî jî de ev gav tên avêtin û roj bi roj ew geştir dibe, bi rêka helebst, roman û çîrokan ev ziman dikeve pirtûkan û li her derekê tê belav kirin.

Helbestvana kurd Jana Seyda yek ji wan kesên ku bi bawerî vê yekê dike û ji destpêka salên 90î de wê dest bi nivîsên kiriye.

Di sala 2001ê de pirtûka wê ya yekê bi navê “Şeva Dawî” (Avesta, 2001) wekû helbest belav bû, û heta roja îro jî ew berdewame, ku di vê salê de 2021ê de romana wê ya bi navê "Jineke Mirî Li Cîhangîrê" hat weaşndin.

Jana di nivîsên û helbestên xwe de, di werger, sînaryo yan roman xwe de bi hezkirin zimanê kurdî bikar tîne.

Jana di sala 1976an de li Amûdê hatiye dinyayê. Ji destpêka salên 90î ve helbest û nivîsên wê di gellek kovar û rojnameyên kurdî û erebî de derketin.

Jana nuha li Almaniya dijî û li wir xebatên xwe berdewam dike ku nuha li ser wergera pirtûka Hezar Şev û Şevekê kar dike.

Berhmên wê:

  • Şeva Dawî (Avesta, 2001)
  • Destê Sibê (Bajar, 2004)
  • Romana Ehlam Misteğanmî “Bîreweriya Laş” ji erebî wergerandiye kurdî (Avesta, 2006)
  • Palyaço ( Avesta, 2011)
  • Romana "Feqeyên Tariyê" ya Selîm Berkat , ji Erebî wergerandiye kurdî (Avesta, 2013)
  • Romana "Jineke Mirî Li Cîhangîrê "( Avest, 2021)
please wait

No media source currently available

0:00 0:45:41 0:00

XS
SM
MD
LG