Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cîhan Sînoran Digre û Bendan Datîne Ji bo Vehewandina Korona


Hin Zarokên Indonesia li Jakarta paytext devên xwe nixamtî ne
Hin Zarokên Indonesia li Jakarta paytext devên xwe nixamtî ne

Welatyên seranserî cîhanê îro Şemiyê berdewam in di girtina sînoran û sepandina bendên derbasbûnê û her wiha pîvanên veqetandina rêwiyan de, ji bo rêgirtina li belavbûna vayrusa korona.

Kompaniya Apple got ew ê firoşgehên xwe li seranserî cîhanê, li derveyî Çînê heta 27ê meha Adarê bigre. Apple roja Înê 42 firoşgehên xwe yên li Çînê careke din vekirin, piştî ku belavbûna korona li wir kêm bû.

Welatan mozexane û cihên geştiyarî girtin û boneyên werzişê jinav birin ji bo kêmkirina pêketina xelkê ji hev.

Ta niha 138,000 kes li seranserî cîhanê nexweşên korona ne û bêhtirî 5,000 kesî jiyana xwe jidest daye.

Welatê Colombia got ew ê sînorê xwe bi Venezuela re bigre û rê li serdanerên ku li Ewrupa û Asya bûn bigre, di demekê de ku qedexekirina Amerîka ya geştên esmanî ji Ewrupa, nîvê şeva borî derbasî warê cîbicîkirinê bû.

Rêxistina Saxlemiyê ya Cîhanî (WHO) dibêje Ewrupa niha bûye navenda nexweşiyê, piştî ragihandina bêhtirîn keys û mirin, li derveyî Çînê ya ku vayrusê meha Berçile ji wir dest pê kiribû.

Erebistana Saudî dê îro Şemiyê hemî geştên esmanî yên navnetewî ji bo du hefteyan rawestîne, li gor ajanasa nûçeyan a dewletê SPA.

Taiwan dê daxwazê ji hemê rêwîyên Ewrupî, Birîtanî û Irelandî bike ku 14 rojan bêne veqetandin.

Newzealanda jî heman pîvanan datîne ji bo hemî kesên derbasî welêt dibe.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG