Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Joe Biden Tundûtûjiya Xwepêşandanan Şermezar Dike


Joe Biden
Joe Biden

Kandîdê Demokrat ê serokatiya Amerîka Joe Biden îro Yekşemê tuntûtûjiya xwepêşandanên bajarên Amerîkî yên dijî kuştina welatiyekî reş ji aliyê polîs ve, şermezar kir, lê di heman demê de dupat kir li ser mafê xwepêşandanê.

Biden di daxuyaniyekê de got:

“Xwepêşandana li dijî vê hovîtiyê maf û pêwîstiyeke. Ew bersiveke zelal a Amerîkî ye.” Lê wî got ev yek ne bi şewitandina bajaran û talakirinê dibe.

Wî da zanîn ku nabe jiyana welatiyan rastî metirsiyan bibe û nabe karên ku xizmeta civakê dikin bên girtin û talakirin.

Axaftinên Biden tên di demekê de ku pevçûn di navbera xwepêşanderan û polîs de li gelek bajarên Amerîkî derketin holê û qedexeya derketina derve li hin cihan hatiye sepandin.

Serokê Amerîka Donald Trump soz da ku “tundûtûjiya bi kom” rawestîne, piştî şeveke kiryarên tund li bajarê Minneapolîs ê wîlayeta Minnesotayê, cihê ku welatiyê reş George Floyd lê hatî kuştin.

XS
SM
MD
LG