Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Harris Amadekarîya Serdana Yekê ya Derveyî Amerîka Dike


Kamala Harris Cîgira Serokê Amerîka
Kamala Harris Cîgira Serokê Amerîka

Serdana yekem ya Cîgirê Serokê Amerîka, Kamala Harris bo Guatemala û Meksîko, armanc dike ku koçberiya ji herêmê kêm bike, şêwirmendên wê got ku ewê di warên wekî pêşveçûna aborî, avûhewa û bêewlehiya xwarinê û pirsgirêkên jinan raweste.

Harris dê roja Yekşemê bigehe Guatemalayê û heta êvara Duşemê dê li wî welatî be, şêwirmendê payebilind Symone Sanders gote rojnamevanan. Paşî ew dê 8ê Xizîranê da bifire bo Meksîko û ew dê rojekê li wê derê derbas bike berî ku danê êvarî vegere bo Washington, Sanders got.

Harris dê li ser mijarên ku berê digel rêberên Guatamala û Meksîko hatine gotûbêj kirin kirin raveste, wekî ewlehîya sînor û karûbarê bazirganîyê li herêmê, şêwirmendên wê got. Sanders got "sê xalên sereke hene ku em dê ser ravestîn: pêşveçûna aborî, avûhewa û bêewlehîya xwarinê û jin û mirovên ciwan."

Cîgirê serokî hêşta digel serokên ji El Salvador û Hondurasê û welatên din yên herêmê ku ji wan koçberîyeke girîng heye bo Welatên Yekgirtî neaxivîye

Di Gulanê de, hinek rêberên Amerîkaya Navîn stratejîya rêveberîya Bidenî ya dijî gendeliyê paşve dan, ku tê da belavkirina lîsteya 17 siyasetvanên herêmê wekî gendelî binav dike.

Serok Joe Biden hem ji Komarîyan û hem jî ji hindek Demokratan givaşan dibîne di mehên dawîyê da dema ku hejmara koçberan li ser sînorê Amerîka û Meksîkayê di 20 salên borî da gihiştîye asta herî bilind.

Di meha Adarê da, Bidenî pêşengîya hewildanên Amerîkayê dabû Kamala Harris ku digel Meksîko û welatên Sêgoşeya Bakur ya Honduras, Guatemala û El Salvadorê danûstandinan bike bi armanca başkirina şert û mercan û kêmkirina koçberîya ji herêmê.

Bi wê armancê Harrisê gav havêtin û digel pisporên sîyasetê endamên Kongresê û alîyên têkildar di Welatên Sêgoşeya Bakur da danûstandin kirin. Wê her wiha 310 mîlyon dolar harîkarîya Welatên Yekgirtî bo Amerîkaya Navîn ragihand û di rojên dawîyê da pabendîya veberhênana 12 kompanîyan û grubên wekî Microsoft Corp, Mastercard Inc û Nestle Nespresso garantî kirin.

Welatên Yekgirtî dê pirtir karbidestên ewlehîya sînor bişîne bo Guatemala da ku li wî welatî perwerdehîyê dabîn bike. Waşîngton di heman demê da dixebite ku ji çend navendan ya pêşîyê veke ku çavkanîyan bo koçberên li Guatemalayê dabîn bike, Mazin Alfaqih, şêwirmendê taybet yê cîgirê serokî jibo Sêgoşeya Bakur, got.

Navend dê bo kesên ku li rêyên rewa digerin bo koçberîya ber bi Welatên Yekgirtî ve dê xizmetan pêşkêş bike û hem jî bo kesên pêdîvîya parastinê, penaberîyê û cibicihkirinê heye dê harîkar be.

Her wiha Harris dê digel her du welatan "hevkarîya COVID" gotûbêj bike di dema serdana xwe da, Sanders got, lê hûrgilî parve nekir ka parvekirina derzîyan dê hebe digel wan welatan anjî ne. Roja Sêşemê, Welatên Yekgirtî bi fermî sîyaseta serdema Trumpî ya "li Meksîko bimînin", bi dawî kir ku bi deh hezaran penaxwaz bi darê zorê li Meksîko diman li benda biryara dozên li dadgehên Amerîkayê.

XS
SM
MD
LG