Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hejmara Mirîyên Erdhejên li Tirkîye û Sûrîyê 8,700 Derbaz Dike


Hejmara mirîyên hejmara jiber erdhejên roja Duşemê li Tirkîye û Sûrîyê îro gihiştîye bêtirî 8,700 kesan, li gor daneyên li herdu welatan.

Li Tirkîyê, Rêvebirîya Rewşên Awarte û Felaketê ya Tirkîyê (AFAD) îro Çarşemê ragihand ku hejmara mirîyên jiber erdheja li başûrê welêt gihiştîye 6,234.

Cîgirê Serokê Tirkîyê Fuat Oktay jî eşkere kir ku bêtirî 8,000 kes ji nav kavilên avahîyan hatine rizgarkirin.

Li Sûrîyê, AFP li ser zarê rêxistina mirovî ya Kumên Sipî ya Sûrî ragihand ku hejmara mirîyan jiber erdheja li wî welatî 2,470 derbaz kiriye û tê çaverê kirin ku ew hejmar hîn bilindtir bibe.

Erdhejên roja Duşemê li piranîya bajarên başûrê Tirkîyê û bakur rojavayê Sûrîyê qewimîn.

XS
SM
MD
LG