Di raporeke xwe de Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) radigihîne ku li Minbicê pevçûnên leşkerî di yekem roja sala nû ya 2024ê de zêde dibin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov li Sûriyê roja 1ê Çile ragihand ku droneka Tirkiyê xaleke kontrolê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li devera Çiyayê Seyad ya gundewarê Minbicê li rojhilatê Helebê armanckir.
Di heman çarçoveyê de hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bi mûşekan baregeha El-Yeşlî ya gundewarê Helebê topbaran kir.
Li gor SOHR, artêşa Tirkiyê gundên Seyad, Um Adasa û Kawakly yên gundewarên Minbicê topbaran kirin. Lê derbarê kuştî û birîndaran de ti agahî nehatin bidestxistin.
Li aliyek din SOHR dibêje di roja yekê ya 2024an de ji encama pevçûn û topbarana di navbera çekdarên Ha'yat Tahrîr Al Şam (HTŞ) û artêşa rejîma Sûrî de li gundewarê Helebê 8 sivîl hatin kuştin, di nav wan de jinek û keça wê, û 19 kesên din jî birîndar bûn.
Jêder: SOHR