Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dibe Ku Amerîka bi Hezaran Zanîngeh û Otêlên New Yorkê bike Yekîneyên Tenduristî


Komandariya artêşa Amerîka dibêje endizyarên artêşa Amerîkî didine berçavan e ku bêhtir ji 10,000 odeyên zanîngeh û otêlên bajarê New Yorkê veguhêzin bo yekîneyên tenduristî ji bo alîkariya rêgirtina li belavbûna vîrusa korona.

Belavbûna vîrusa korona jiyana xelkê Amerîka serûbinî kiriye. Dibistan û kar girtine, bi milyonan kes li malên xwe kar dikine, gelek bêkar mane û rêwîtî hatiye rawestan.

General Todd Semonite li Pentagonê ji peyamnêran re got pêwîste ev erka han di nava çend hefteyan de bibe, ne çend mehan.

Wî got:

“Em niha behsa derdora 10,000 ode dikine.”

Semonite got wê ajansa fedralî ya rêvebirina tengaviyan vê biryarê bide.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG