Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nerwîj Qedexekirina Boneyên Mezin Heta 1ê Êlûnê Dirêj Dike


Li Nerwîjê Wezîrê Rewşenbîriyê Abid Raja îro Şemiyê di konferanseke rojnamevanî de got qedexeya li ser boneyên mezin heta 1ê meha Êlûnê hatiye dirêjkirin.

Qedexekirina çalakiyên mezin ên werzişê û festîval û konsêrtên bêhtirî 500 kes, heta 15ê Hizêranê hatibû sepandin. Niha ew heta Êlûnê hate dirêjkirin.

Wî got biryar ne hêsan bû ji bo hikûmeta Nerwîjê lê ”Em nikarin boneyêîn mezin li Nerwîjê bikin ku bibin sedema pêketinên bêhtir ên vîusê û bandorê bidin ser jiyan û saxlemiyê.”

Ta niha li Nerwîjê 7,493 kes bi vîrusa koronayê ketine û 201 kesan jiyan xwe ji dest daye.

XS
SM
MD
LG