Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Vahap Coşkun Rola Ocalan ya di Sîyeseta Tirkîyê de Dinirxîne


Kurdên Qamişlo di salvegera girtina Ocalan li kolanan in
Kurdên Qamişlo di salvegera girtina Ocalan li kolanan in
Bi hezaran Kurd, di salvegera 15ê ya girtina rêberê serhilda yê Kurd Abdullah Ocalan de, li seranser bajarên başûrê rojhilata Tirkîyê derketin kolanan.

Hêjayî gotinê ye ku ji sala Ocalan hatiye girtin vir ve, di 15 Sibatê de gelek kes jibo protestoya girtina wî xwe şewitandine.

Îsal jî 2 girtîyên PKK’ê yên li Girtgeha Kurkçulera ya Edenê xwe şewitandine. Tê ragihandin ku rewşa yek jî wan kesan giran e.

Li ser salvegera girtina Ocalan û rola wî ya di nav sîyaseta Tirkîyê de, em ligel Dr. Vahap Coşkun peyîvîn.

Mamosteyê Zaningeha Dicleyê Coşkun ku di heman demê de endamê Heyeta Aqilmendan e, dibêje, gelek sedem hene ku çawa dewlet nêrîmna xwe ya dijî Ocalan
guhert.

Ew dibêje, îmaja rêberê PKK Ocalan li Tirkîyê, her ku diçe li erênîtir dibe.

Coşkun dîyar dike ku heta neha hem Kurd, hem hikûmet li benda hilbijartinê ne û encamên hilbijartinê dikare pozîsyoneke nû jibo Pêvajoya Çareserîyê bîne pêş.

please wait

No media source currently available

0:00 0:07:26 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG