Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Îranê Reîsî Lîsteya Kabîneya Xwe Pêşkêş Dike


Serokê nû yê Îranê Îbrahîm Reîsî
Serokê nû yê Îranê Îbrahîm Reîsî

Serokê nû yê Îranê Îbrahîm Reîsî îro Çarşemê lîsteya kabîneya xwe jibo dengdana pêbawerîyê, pêşkêşî parlamentoya welêt kir.

Îbrahîm Reîsî, wek wezîrê karên derve Huseyîn Amirabdollahian û Javad Owjî wek wezîrê Petrolê, destnîşan kir.

Javad Owjî cîgirê berê yê wezîrê petrolê û berpirsê kompanîya gazê ya dewletê bû.

Wezîrê karên derve yê nû Huseyîn Amirabdollahian mîna dîplomatekî dij-rojavayî tê nas kirin.

Dema ku Îran û şeş hêzên cîhanî jibo vejandina peymana navokî danûstandinan encam didin, vê biryarê, bala pispor û çavderan kişand.

Danûstandkarê navokî yê Îranî ku xwest navê wî neyê eşkere kirin li ser mijarê ji Reutersê re axivî û got "Amirabdollahian dîplomatek tund e. Heke wezareta karên derve berpirsê dosyaya navokî ya Îranê bimîne, wê demê dîyar dibe ku Tehran dê di danûstandinan de helwestekî pir hişk bigire," wî got.

Tê bawer kirin ku Amirabdollahian bi Nobedarên Şoreşa Îranê, bi Tevgera Hîzbullah ya Lubnanê û alîgirên din yên Îranî yên li Rojhilata re, xwedîyê têkilîyên nêzîk e.

Reîsî jibo kabîneya xwe de ti jinekî wek wezîr destnîşan nekir lê wî çend fermandarên Pasdaran wek wezîr erkdar kirin, mîna ku wezîrê berevanîyê yê berê û fermandarê Hêza Qudsê a wek wezîrê karên navxwe bi nav kir.

Hevdem, Wezîrê berê yê neftê Rostem Qasemî, di heman demê de fermandarek Pasdarana bû ku berê seroktîya kompanîya avakirin û endezyarîyê ya sazîya leşkerî dikir, wekî wezîrê rê û bajarvanîyê hate destnîşan kirin.

Îran û şeş hêzên cihanê ji Nîsanê vir ve jibo vejiyandina peymana navokî danûstandinan dikin.

Karbidestên Îranî û yên rojavayî dibêjin ku pirsgirêkên girîng hîn jî hene. Danûstandinên nerasterast di navbera Tehran û Washington de jibo vejandina peymana navokî, ya ku Serokê wê demê Donald Trump di 2018'de Amerîka vekişand, di 20'ê Hezîranê de hat rawestandin.

Rawestandina danûstandinan du roj piştî ku Îbrahîm Raîsî di 5'ê Tebaxê de bû serokkomarê Îslamî, pêk hat.

Reîsî, ku wek mirovekî tundrê tê zanîn û piştgirîya rêberê ruhanî yê Îranê Alî Xameneyî kiribû û jiber îdiaya rola wî ya kuştina girtîyên sîyasî yên bi dehan salan berê, niha di lîsta toleyan ya Amerîkî de cîh digire.

Serokê nû yê Îranê Îbrahîm Reîsî di 5'ê Tebax ê de li parlamana wî welatî sond xwar û dest bi kar kir.

XS
SM
MD
LG