Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karvedanên Navnetewî Derbarê Êrîşên Îranê Dijî Herêma Kurdistanê


Dîmenek ji topbarana Îranê li Herêma Kurdistana Îraqê.
Dîmenek ji topbarana Îranê li Herêma Kurdistana Îraqê.

Êrîşên ji alîyê artêşa Îranê ve li dijî bingehên partîyên Kurdên Îranê li nav Herêma Kurdistanê li ser asta navnetewî tên şermezar kirin.

Konsulxaneya Brîtanyayê li Hewlêrê li ser hesabê xwe yê Twitter’ê got “Brîtanya êrîşên berdewambûyî yên Îranê ser Herêma Kurdistana Îraqê şermezar dike. Em kuştina sivîlên bêsûc şermezar dikin.”

Daxuyanîya konsulxaneyê herwiha ev êrîşên Îranê binpêkirina serwerîya Îraqê binav kir.

“Brîtanya piştgirîya serwerî û ewlekarîya Îraq, di nav de ya Herêma Kurdistanê, didomîne,” konsulxaneyê got.

Berdevkekî Wezareta Derve ya Amerîka jî derbarê êrîşên Îranê dijî bingehên partîyên Kurdên Îranê li Herêma Kurdistanê helwestek da.

“Em binpêkirinên serwerî û yekîtîya axa Îraqê şermezar dikin, di nav de jî topbarana ji alîyê hêzên Îranê ve li Herêma Kurdistana Îraqê,” berdvekekî Wezareta Derve ji televizyona Kurdistan 24 re got.

Delegasyona Neteweyên Yekbûyî li Îraqê (UNAMI) jî di daxuyanîyekê de got ku “Îraq, di nav de Herêma Kurdistanê, wê hizirê red dike ku ew wekî sengera paşê li herêmê were bikaranîn, ku cîranên wê bi awayekî rotini û bêyî lêpirsîn, serwerîya wê binpê dikin.”

“Diplomasîya mûşekan kiryareke beradayî ligel bertekên wêranker e. Divê ev êrîş demûdest rawestin,” UNAMI da zanîn.

Îro Çarşemê, asta êrîşên bi mûşekên zîrek û dronên xwekuj ji alîyê Îranê ve li dijî partîyên opozisyona Kurdên Îranê li Herêma Kurdistanê zêde bûye.

Li gor agahîyên Wezareta Saxlemiya Herêma Kurdistanê, di encama van topbaranan de neh kes hatine kuştin û bi kêmî 30 kes jî birîndar bûne.

XS
SM
MD
LG