Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeha Tirkiyê Rojnamevan Ayşegul bi 6 Sal Û 3 Mehên Zindanê Ceza Dike


Rojnamevan Ayşegul Dogan
Rojnamevan Ayşegul Dogan

9.emîn Dadgeha Cezaya Giran ya Amedê, roja Duşemê bi îdiaya ku rojnamevan Ayşegul Dogan endama rêxistina PKK/KCKê ye, 6 sal û 3 meh cezayê zindanê lê birîn.

Ayşegul Dogan pêşkeşvana televizyona İMC TV'ê bû ku niha bi navê Yeniden TV li ser youtubê weşana xwe dike.

Dogan bi îdaya ku endama meclîsa daîmî ya Kongra Civaka Demokratîk KCD'ê ye, beriya du salan di heqê wê de doz hatbû vekirin.

Di dadgehê de Dogan, di parastina xwe de anîbû ziman ku ew rojnamevan e û bi nasnama rojanemevaniyê gelek caran beşdarî bernameyên KCDê bûye lê ne siyasetvan e ne endama tu rêxistin an partîyên sîyasî ye.

Dozgerî weke delîl hin dengên ji KCDê hatine tomarkirin di dosyayê de bicî kiribûn. Evuqatê wê, Ahmet Ozmen da zanîn ku analiza zanistî hate tespîtkirin ku ew deng jî ne yê xanima Ayşegul e.

Birêz Ozmen ku parastina dawî ya Doganê kirîye got, ew nikarin biryara dadgehê di çarçoveya hiqûqê de şîrove bikin.

''Ev biryar rewşa dawî ya dadgeriya Tirkiye derdixe holê. Digel ku ku îzbate, Ayşegul ne endama KCD'ê ye û dengê tomarkirî ne dengê wê ye, lê dadger, di ciyê ku wê bêtawan derxîne, ew bi tawana endamtîya rêxitina terorê ceza kir.''

Evûqatên Dogan, jibo ku biryar betal bibe, dozê dibin Dadgeha îstînafê. Ayşegul Dogan, keçe parlamenterê HEPê Orhan Dogan e yê ku sala 2007an di mihrîcaneke Dogubeyazidê de ji egera nexweşiya dilî koça dawî kirbû.

Raporta Amedê 07 12 2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:17 0:00

XS
SM
MD
LG