Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pispor Dibêjin Rûsya li Ukraynayê Şêweyên Şerê Sûrîyê bi Kar Tîne


Ev avahîya li bajarê Xarkîvê yê Ukraynayê di encama bombebarana Rûsyayê de wêran bû.
Ev avahîya li bajarê Xarkîvê yê Ukraynayê di encama bombebarana Rûsyayê de wêran bû.

Motaz derbiderekî Sûrî ye ku li kampekê li nêzîk bajarê Idlibê yê bakur û rojavaya welêt dijî. Ew bi xwe ji Helebê ye.

"Dema ez li tiştê ku li Ukraynayê çê dibe temaşe dikin, hema tiştê ku berî çend salan hate ser me tê bîra min," wî got.

Motaz yê 37 salî ku tenê navê xwe yê pêşî da, di dawîya sala 2016’an de tev malbata xwe ji Helebê derket. Ew û bi sed hezaran kesên wek wî ji ber êrîşên hikûmeta Sûrî û hevalbenda wê Rûsyayê revîyan.

Wê çaxê hêzên Rûs û yên Sûrî rojhilata Helebê bi tevahî bombebaran kir di hewildanekê de bo derxistina serhildayên opozisyonê ji wê deverê.

Rûsya hevalbenda herî nêzîk ya hikûmeta Serokê Sûrî Beşar Esed e. Ji sala 2015’an û vir ve Moskow bi awayekî fermî ketîye nav şerê Sûrîyê. Bi xêra alîkarîya Rûsan, hikûmeta Sûrîyê karîbû gelek deverên welêt ji destên hêzên opozisyonê derxîne.

Di encamê de, rêxistinên mafên mirov dîyar dikin ku hêzên Sûrî û yên Rûsî gelek binpêkirinên mafên mirov dijî sivîlan pêk anîne. Wekî mînak, wêrankirina dibistan û nexweşxaneyan û topbarankirina deverên din yên sivîlan.

Motaz ji Dengê Amerîka re got ku welatîyên Sûrî “gav bi gav dît çawa makîneya kuştinê ya Rûsyayê xanî û dibistan û nexweşxaneyên me wêran kir. Jiber wilo, ez ditirsim ku ew heman tiştî li dijî sivîlan li Ukraynayê dubare bikin.”

Ji dema ku Rûsya operasyona dagîrkirina Ukraynayê berî hefteyê destpê kiriye, artêşa Rûsyayê binesazîyên sivîl li çend bajarên Ukraynayê kiriye armanc, bi taybet li paytext Kîev û Xarkîvê.

Li gor hikûmeta Ukraynayê, heta niha bêtirî 2,000 sivîl di êrîşên Rûsyayê de hatine kuştin.

Pentagon do Çarşemê got ku zêdebûna asta êrîşên Rûsyayê sivîl û binesazîya sivîlan dixîne jêr metirsîyê.

Neteweyên Yekbûyî jî îro Pêncşemê got ku di hefteya borî de yek mîlyon xelk ji Ukraynayê jiber şer revîyane.

Dîmenek ji rojhilata Helebê dema ku Hêzên Sûrî û firokên Rûsyayê ew bombebaran dikir. 5 - 12 - 2016.
Dîmenek ji rojhilata Helebê dema ku Hêzên Sûrî û firokên Rûsyayê ew bombebaran dikir. 5 - 12 - 2016.

Mînaka Sûrîyê

Pispor dibêjin ku Rûsya nêzîk hemû şêweyên xwe yên leşkerî ku li Sûrîyê bikar anîbû li Ukraynayê jî bikar tîne.

Ehmed Rehal, generalê berê yê artêşa Sûrîyê ye ku niha li Stenbolê wekî şîrovekarê leşkerî dixebite. Ew dibêje ku “ev şêwazên leşkerî yên Rûsyayê wek yên ku li Sûrîyê dikir, di nav de jî bombebarankirina deverên rûniştvanên sivîl, armanckirina dibistanan û wêrankirina nexweşxaneyan.”

“Jibo kesekî wek [Serokê Rûs Vladimir] Putin, pêkanîna armancan tenê tişta girîng e. Ne xema wî ye ku sivîl hatin kuştin, an jî binesazîya sivîlan wêran bû. Di rastîyê de, ewê van tiştan bike eger ew alîkarîyê di pêkanîna armancên wî de bikin,” Rehal ji Dengê Amerîka re got.

Cudahîya bi tenê di çarçoveya Ukraynayê de, Rehal got, ew e ku welatên Rojavayî bi awayekî aktîv liv û tevgerên artêşa Rûsyayê li hemû deverên Ukraynayê dişopînin. Li gor Rehal, ev yek dibe ku hinek qeyd û bendan deyîne pêş Moskow di çawanîya danûstandina wê ligel armancên sivîl de.

“Li Sûrîyê, gelek deverên Heleb, Idlib, Hums û cihên din bi tevahî wêran bûn, jiber ku êrîşên Rûsyayê bi piranî nedihatin dîtin,” şîrovekarê leşkerî Rehal got. “Lê li Ukraynayê, rastîya ku rêber û medyaya Rojavayî ji nêzîkahî ve tiştê ku Rûsya dike dişopîne dibe ku asta hovîtîyên Rûsyayê dijî sivîlan kêm bike.”

Jinek Ukraynî li nav mala xwe ye piştî ku êrîşeke esmanî ya Rûsyayê ew wêran kir. Adar, 2, 2022.
Jinek Ukraynî li nav mala xwe ye piştî ku êrîşeke esmanî ya Rûsyayê ew wêran kir. Adar, 2, 2022.

Tiştên wehkev çi ne?

Anna Borshchevskaya pispora siyasetên Rûsya li Rojhilata navîn e û ligel Enstîtuya Washington ya Siyaseta Rojhilata Nêzîk kar dike.

Ew dibêje ku di nav kiryarên Rûsya yên leşkerî li Ukrayna û Sûrîyê hinek tiştên girîng yên wehkev hene.

“Ya yekê, Rûsya bêtir balê dide bikaranîna hêzên esmanî. Li Sûrîyê, Rûsya bi piranî kempeynên esmanî pêk anî, ligel pêkhateya deryayî. Tevî ku li Ukraynayê bêtir hêzên bejayî jî ser erdê hene, û bi tevahî ev dagîrkirin mezintir e ji maytêkirina Sûrîyê, ev hêmanên berfireh li herdu şeran peyda dibin. Ew pêşketina şêweyê şer yê Rûsyayê nîşan didin ku tê de dersên ji têkçûnên berê hene,” Borshchevskaya ji Dengê Amerîka re got.

Borshchevskaya ku sala borî pirtûkek bi navê Şerê Putin li Sûrîyê belav kir, dibêje ku armanckirina xelkên sivîl jî hêmanek din ya serekî ye.

“Li Sûrîyê, Putin alîkarîya Esed kir ku hemwelatîyên xwe bombebaran bike û bihêle ew bi rîya terorê xwe radest bikin. Em niha dibînin ku ev heman element dîsa derdikevin, tê de Rûsya bi awayekî zêdebûyî bajarên serekî yên Ukraynayê bombebaran dike. Ev jî wê pirsê tîne holê, gelo dê Kîev, wekî mînak, bibe Helebeke din?”

XS
SM
MD
LG