Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serkirdeyên Ereb û Misilman Banga Rawestandina Şerê Li Gazayê Dikin


Rêberên gelek welatên Ereb û misilman îro Şemîyê li hilcivîna hevpar ya Îslamî-Erebî ya li paytexta Erebistana Saudî Rîyadê kom bûne, bang li Îsraîlê kir ku operasyonên leşkerî yên li Gazayê demûdest rawestîne.

Rêberên cîhana Îslamî û Erebî hevdem dîyar kir ku Îsraîl berpirsa "tawanên" dijî Filistînîyan e.

Hilcivîn ser vexwendina Welîehdê Erebistana Saudî Mihemed bin Selman pêk tê, dema ku welatê wî hewl dide ku bo sekinandina êrîşên ser Gazayê, guvaşan li Amerîka û Îsraîlê bike.

Hatibû plankirin ku îro li Rîyadê du hilcivînên awerte yên cûda werin darxistin; Hilcivîna Rêxistina Hevkarîya Îslamî û Hilcivîna Koma Erebî.

Lê, wezareta derve ya Erebistana Saudî derengî şeva doh ragihand ku, piştî şêwirên bi berprisan re, herdu hilcivîn hatine yekirin.

"Hilcivîna hevbeş wê bo bersîvdana rewşa awarte ku li Gaza ya Filistînê diqewime were darxistin, jiber ku welat hewcedarîya yekirina hewlan û nîşandayîna helwestek hevbeş ya yekgirtî dibînin," wezarêtê got.

Bi dehan rêber beşdarî hilcivînê bûn, ku di nav wan de Serokê Îranê Îbrahîm Raîsî, Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan, Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed El Sanî û Serokê Sûriyê Beşar Esed jî hene.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG