Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Parlemana Ewrupî Schulz Dibêje Kêşeya Penaberan Problema Hemî Ewrupa ye


Serokê Parlemana Ewrupî Martin Schulz îro li Brukselê got ku kêşeya penaberan ne tene ya Almanya ye, lê problema hemî Ewrupa ye.

Schulz got, nîfûsa Ewrupa 507 mîlyon e û cîhkirina 500,000 penaberan li seranser Ewrupa nabe kêşeye mezin. Wî got, eger ku ewqas penaber tenê li çend welatan cîh bin, hîngê dibe arîşeyeke mezin.

Schulz dîyar kir ku kilîta çareserkirina vê kêşeya girîng ya penaberan, hevgirtin û hevkarîya Ewrupa ye.

Yekîtîya Ewrupa di vê dawîyê de bi kêşeya herî mezin ya mirovahîyê rû bi rû ye. Bi sed hezaran penaberên ku piranîya wan Sûrî ne, jibo jîyaneke baştir giheştine sînorên Ewrupa.

Yekîtîya Ewrupa di 14ê Îlonê de civîneke awarte pêk tîne ku bi firehî problema penaberan gotûbêj bike.

XS
SM
MD
LG