Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sûriyê Dibêje ew Rastî Korona Nebûye lê Pîvanên Belavbûna Wê Disepîne


Sûriyê hilbijartinên Parlemanî paşwext xistin, dibistan girtin û piraniya boneyên giştî jinav birin, di demekê de ku berepirsên welêt dibêjin vayrus hîn negihştiye Sûriyê.

Hin raport dibêjin Sûriyê keysên heyî vedişêre.

Wezîrê perwerdeyê Îmam El-Cezar îro Şemiyê di konferanseke rojnamevanî de got dê dibistan heta 2yê meha Nîsanê bêne girtin û nîşan bi wê yekê da ku hikûmet nikare nexweşiyê veşêre, eger hebe.

Dîmeşqê roja Înê got dê hemî boneyên werzişî, çandî, civakî û zanistî bêne rawestan, û gelek dezgehên giştî bêne girtin ya jî tenê 40% ji karmendên wan kar bikin, li gor ajansa fermî ya nûçeyan SANA.

Wezareta tenduristiyê got ev gavên têne avêtin, ew gavên pêşwextin ji bo rêgirtina li vayrusê berî ku bê dîtin.

Hikûmetê her wiha îro Şemiyê hilkbijartinên parlemanî yên ku biryar bû roja 13 meha Nîsanê bibin, bo roja 20 meha Gulanê ragirtin.

Dê nimêjên Înê jî ta roja 4 Nîsanê bêne rawestan.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirov ku bingeh li Londonê ye got pizîşkên Sûrî hin keysên vayrusa korona li Dîmeşqa paytext û herî kêm sê parêzgehên din dîtibûn, lê berpirsan ferman dabû ku bêdeng bimînin.

Berpirsên Pakistanê roja Sêşemê gotibû ku herî kêm 5 keysên welatê wan ew ji nexweşên ku ji Sûriyê bi riya Qeterê gihîştin Pakistanê ne.

XS
SM
MD
LG