Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka li Hember Biryara Komkara Erebî Ya Vegerandina Rejîma Sûrî Çi Dibêje?


Arşîv: Lûtkeya Komkara Welatên Erebî li Qahîre 2017
Arşîv: Lûtkeya Komkara Welatên Erebî li Qahîre 2017

Peyvdarê Wezareta Derve ya Amerîka tekez kir ku Washington di wê baweriyê de ye ku Sûriye ne hêjayî vegera nav Komkara Erebî ye, Amerîka bi guman li heza serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed dinêre ya ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê.

Li gorî Reutersê peyvdar gotîye, "Amerîka bawer nake ku Sûriye di vê qonaxê de hêjayî vegera nav Komkara Erebî ye".

Wî diyar kir ku "Washington têdigihe ku hevalbend di peywendiyek rasterast dane bi Esed re, da ku fişarê li ser wî zêdetir bikin da ku kirîza Sûriyê çareser bike."

Her wiha peyvdarê Wezareta Derve ya Amerîkayê di heman demê de got: “Em ji daxwaza Esed ya ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê bi gumanin, lê di heman demê de em ligel hevkarên Ereb li ser armancên dawî hev bîrin”.

Îro Yekşemê Komkara Welatên Erebî, biryar da ku beşdarbûna şandên hikûmeta Sûrî di civînên xwe de ji nû ve dest pê bike, piştî bêtirî 11 salan ji rawestandina çalakiyên Şamê, piştî xwepêşandanan, ku veguherî pevçûneke bi xwîn, ku bo sedema parçebûna Sûriyê û bandor li ser aborî û binesaziya wî welatî hebû.

Ev biryara Komkara Erebî dê bibe sedema rizgarbûna Sûriyê ji îzolekirina dîplomatîk ya ku ji aliyê çend welatên Ereb ve ji destpêka pevçûnan, di 2011an de, li ser bitenê hiştina rejîma Esed biryar girtbûn.

Niha Esed û hikûmeta wî li benda alîkariya madî ya Komkara Erebî û welatên navnetewî ye da ku binesaziya wî welatî ji nû ve bidin ava kirin.

Ev biryar, ku di hefteyên borî de bi nîşaneyên vebûna Ereban ji Sûriyê re, berî deh rojan tê ji lûtkeya Erebî ya ku dê di 19ê Gulanê de li Erebistana Saûdî were lidarxistin.

Sekreterê Giştî yê Komkara Welatên Erebî Ehmed Ebûl Alxayit di konfreseke rojnamevanî de piştî civînê got, dema ku Riyad ku welatê mazûvan e, vexwendnamê ji bo beşdarbûna civîna bilind ya Erebî bo Sûriyê bişîne,"dibe ku Esed beşdarî lûtkeyê bibe eger ew dixwaze wisa bike."

Ebûl Xayit diyar kir ku "Vegera Sûriyeyê ji bo ser kursiyê di Komkara Erebî destpêka destpêkeke nek dawîye."

Wî dîsan got ku ev biryar nayê wateya vegerandina peywendiyên di navbera Sûriyê û welatên erebî de, ji ber ku "ev biryarek serwerî ye ji bo her welatekî cuda, "ye.

Jêder: Reuters/Al Hurra

XS
SM
MD
LG