Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reaksyona Berpirsên Tirkiyê Derbarê Hewlesta Biden Û Cenosîda li Dij Ermenan


Serokê Amerîka Joe Biden roja Şemîyê jibo bîranîna nêzî milyon û nîv Ermenîyên ku 106 sal berê di dema Osmanîyan de li ser xaqa Tirkiye hatibûn kuştin peyva ''Cînosyad'' bikaranî.

Bi vê peyamê Biden bû serokê yekê yê Amerîka ku peyva Cînosayd bi kar tîne. Rayedarên Tirkiyê jî, bertekên tûnd nişanî peyama Bîden dan.

Peyama pêşî ji Wezîrê Karên Derve ya Tirkiye Mevlût Çavuşoglu hat û wî got "Peyv nikarin dîrokê biguherin û nikarin dîrokê jinûve binivîsin. Em jibo dîroka xwe ji kesî ders nastînin. Ev keyseperistiya sîyasî xiyaneta herî mezine li ser edalet û aşitîyê. Tekane bingeha vê daxuyanîyê populizm e û em vê daxuyaniyê ji binîve red dikin.''

Daxûyanîya Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan weha ye "Hin alîyên sêyemîn van nîqaşan dikin amûrên sîyasî û dixwazin vi vê yekê mudaxaleya welatê me bikin, lê ev feyde nedaye tu kesan."

Erdogan berîya peyema Biden, peyamek ji Patrîkê Ermenîyên Tirkîye Sahak Maşalyan re hinartibû.

Peyama Erdogan ji partîk re weha ye "Tirk û Ermenî bi sedan salan bi pêkvejîyanê bûne mînaka mirovahîyê û emê rê nedin ku ev çand were jibîrkirin.''

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê, jibo peyama Serokê Amerîka, Balyozê Amerîka David Satterfield gazî wezaretê kir û ev peyam hate dayîn ''Digel ku tu hikma hiqûq navnetewî ya vê daxuyanîyê nîne lê ev hestên gelê Tirk ji kûr ve şikest. Herwiha wê daxuyanîyê birînek bêcebar di nav peywendiyên me de çêkir."

Serokê Partîya Netewparêz (MHP) Devlet Bahçelî, Serokê Amerîkayê şermezar kir û got "Bi vê daxuyaniyê êdî dawî rêwîtîya bi welatek mutefik re hatiye."

Partîya gel ya Komarî (CHP) jî bertek nîşan da. Berdevkê CHPê Faruk Oztirak got "Em bi esef pêşbazî dikin bi daxuyanîyên ku welatê me di bin tometan de dihêle.''

Lê Oztirak di dewamiyê de rexneyan li poltikayên derve yên AKPê jî girtin û got "Poltikaya wan ya bêbasîret Tirkiyeyê anîye vê derece."

Cîgirê Serokê Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) Nûman Kurtuşmuş jî got "Di dîroka me ya navdar de li ser Ermenîyan qet cînosayd çênebûye. Rastîyên dîrokî li gorî berjewendîyên polîtîk, bi derewan nayên guhertin. Ew alîyên ku bê belge van derewan avêtin rastê û yên ku van derewan rast qebûl kirin ew rûreşên dîrokê ne."

Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) jî beriya daxuyaniya Serokê Amerîkayê, peyamek li ser salvegera buyerên sala 2015an de belav kiribû.

HDP'ê di peyamê de gotibû "Divê bi fedîya cenosîdê re hevrû bibin'' û weha dewam kiribû "106 sal berê li gelê qedîm yê Ermenîyan cenosîde hate kirin. Em vê felaketa trajedîya mirovahîyê ji dil hîs dikin û bi hurmet kesên hatine kuştin bibîr tînin."

Seroka İYİ Partî Meral Akşener jî got "Ez şermezar dikim wan kesan ku bi peyva cenosîdê dixwazin dîrokê jinûve binivîsin û êrîşî ser rûmeta miletê Tirk dikin.''

Raporta Amed/Diyarbekrê 25 04 2021
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:06 0:00

XS
SM
MD
LG