Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Kilîla Çareseriya Rojhilatê Derya Naverast Diyalog E


Serokomarê Tirkiyê R. T. Erdogan
Serokomarê Tirkiyê R. T. Erdogan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan roja Pêncşemê got, çareserîya pirsa Turkiyê ligel Yunanistanê li ser lêgerîna enerjîyê li rojhilata deryaya Spî tenê bi rêyên diyalog û danûstandinanê dê pêk bihê, û Enqerê li herêmê li "teşqelan" nagerîyêt.

Her du hevalbendên NATOyê, Tirkiye û Yunanîstanê, li ser xwedîbûna çavkaniyên hîdrokarbonê li herêmê nakokîyên giran hene, û tengezarî zêde bûne piştî ku Enqerê roja Duşemê dest bi operasyonên lêgerînê kir li herêma nakokbar ya rojhilatê deryaya Spî ya Naverast, û Yunanîstan dibêje tevgeriyana Tirkiyê neqanûnî ye.

Erdogan di axaftina ligel endamên AK Partiya xwe ya desthilatdar da got ku zêdebûna tengezariyan li herêmê ji alîyê Yunanîstanê ve çêbû, û ji Atînayê daxwaz kir ku rêzê li mafên Tirkiyeyê bigire. "Rêya çareserîyê li rojhilata Deryaya Spî bi rêya diyalog û danûstandina ye. Em li teşqelên ne pêwîst û tengezarîyan nagerin," weke Erdogan dibêje.

Ji sedema derketina aloziyan di navbera Tirkiyê û Yunanistanê da, Fransa îro Pêncşemê ragihand ku ewê bi şêweke demkî hêzên xwe yên leşkerî li ava derya naverast zêde bikin.

Jibo vê mebestê 2 firokên ji cûrê Rafale û hilgira helikopterên êrîşber şandine ava herêmê.

Berî demek kin hesba fermî ya serokatiya Tirkiyê gotiye Serokomar R. T, Erdogan bi Serok Hikûmeta Almanya Angela Merkel re axivîye.

Derbrê aloziyên li herêma derya spî dom dikin, wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu têkilî bi hevpîşeyên xwe yên welatên Ewrupa rojhilat ra danîn.

Îro Pêncşemê wezareta derve ya Tirkiyê di hesaba xwe ya fermî ya twîterê da gotiye wezîrê derve Mevlut Çavuşoglu bi telefonê li ser pirsgirêkên li Derya Spî ya Naverast bi hevpîşeyên xwe yên welatên weke Hungarya, Bulgarya,Estonya, Finlanda, Îtalya, Romanya, Lîtuanya û yên din re axivî ye.

XS
SM
MD
LG