Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ji Trump Hat Xwestin ku 3 Şêwirmendên Qesra Sipî ji Kar Derxîne


Rêberên çar komên kêmanî li Civata Nûneran nameyek ji Serok Donald Trump re nivisîn û daxwaza jikardûrxdistina şêwirmendên Qesra sipî Steve Bannon, Stephen Miller û Sebastian Gorka ji wî dikin.

Serokên komên Reş, Hîspanîk, Asyayî û Pêşverû, di nameyê de bang li Trump dikin ku piştî bûyerên Charlottesville, Virginia wan kesan ji kar dûr xîne.

Name bi berdewamî bal dikşîne ku hebûna wan kesan li Qesra Sipî cesaret dide tevgera nîjadprestên sipî li Amerîka.

`Amerîkî hêjayî vê yekê ne ku bizanin nîjadprestên sipî, yên sipîperest û Neo-Nazî nikarin li postên bilind bimînin û bandor li sîyaseta Amerîkî bikin. Di van rojên djwar de, welatê me hêjayî rêberekî ye ku dikare me hemîyan li hev bîne û rê li ber tiştên ku me ji hev cihê bike, bigire.''

XS
SM
MD
LG