Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Trump di Peyama Xatirxwestinê de Serketin ji Rêvebirîya Nû re Dixwaze


Serokê Amerîka Donald Trump di roja xwe ya dawî de peyameke xatirxwestinê weşand.

Serok Trump di mesaja xwe de behsa bûyerên girîng yên serdema seroktîya xwe kir.

“Me çar sal berê bi hevre dest bi hewila jinûve avakirina welatê xwe, zindîkirina ruhê wî û jinûve avakirina dilsozîya hikûmetê ya ji gelê Amerîkî re kir ku em Amerîka careke din, jibo hemwelatîyên wê xurt bikin.

Serok Trump got ku ew wek serokê 45'an bi serketinên xwe serbilind e û ew serokê yekê ye ku dest bi şerekî nû nekiriye.

Trump herwiha pesna xwe da ku wekî kesekî ji dervayê Washingtonê, wekî kesekî ku ne sîyasetvan, wî seroktîya qezenc kir.

“Min xwe kir berbijar jiber ku min dizanî ku derfet û delîveyên pêş me bî sînor in ku em Amerîka careke din bikin welatekî hêzdar.”

Trump bi bîr xist ku di bin seroktîya wî de reforma bacê hate kirin, qanûn û rêbazên ku karan dikujin hatin rakirin, ji rêketinên bazirganîyê ku zararê didan me hatin vekişîn û hin peyamanên din bi tên baştir re hatin guhertin.

Trump, ku berê di axaftinên xwe de îdia kiribû ku encamên hilbijartinê sexte ne, got ku vê hefteyê rêvebirîyeke nû dest bi kar dike.

"Em jibo serketina rêvebirîya nû dua dikin ku Amerîkîyan gîş di nava parastin, aramî û ewlekarîyê de bihêle. Em ji wan re serfirazî û bextewarî dixwazin."

Serok di mesaja xwe de herwiha bal kişand ser êrîşên dijî Kongresê û dîyar kir ku jiber êrîşê hemî Amerîkî şok bûne.

‘’Tundûtûjîya sîyasî, êrîşek e ku dijî dijî hemî nirxên me hatiye kirin. Ew bi ti awayî xweş nayê dîtin û nayê qebûl kirin. Ez bang li hemî Amerîkîyan dikim ku li dora nirxên hevbeş bicivin.”

Serok Trump bi berdewamî got ku wî di seroktîya xwe de her tim li gor berjewendîyên Amerîka biryar dane û da zanîn ku jiber ku Amerîkîyan ew hilbijartiye û car hatiye wî biryarên dijwar dane, lê pir li ber xwe daye.

Serok got ku wan Amerîka ji peymanên cîhanî yên yekalî vekişandiye û bal kişand ku jiber ku wan berê mesrefê temamê cîhanê didaye, endamên NATO li gor salên borî bi sed mîlyaran dolar zêde didin.

Trump bi bîr xist ku wan Dewleta Îslamî (DAIŞ) têk biriye, Qasim Silêmanî kuştiye. Wî dîyar kir ku bi dîplomasîya wan ya wêrek li Rojhilata Navîn jimareke peymanên aştîyê hatine îmza kirin.

Serok Trump da zanîn ku di bin rêbertîya wî de leşkerên Amerîkî yên li Rojhilata Navîn vegerîne malê ku jiber ku wî rê nedaye şerekî nû.

Me bi hevre ekonomîya herî mezin ya dîroka cîhanê ava kir jiber ku me Amerîka anî pêş her tiştî. Me careke din presîba ku dewletek jibo xizmetkirina hemwelatîyên xwe heye, vejand. Ajandaya me ne çep ne jî rast bû, ne Demokrat ne jî Komarî bû, lê qencîya tevahîya gel bû.”

XS
SM
MD
LG