Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê Geştên Esmanî bo 46 Welatên Din Radiwestîne


Wezareta veguhestinê ya Tirkiyê ragihand ku ew geştên esmanî bo 46 welatên din daliqandin.

Hejmara welatên ku Tirkiyê geştên esmanî bo wan qedexekirine bûye 68 welat.

Wezareta navxweyî ya Tirkiyê seyran û goştbiraştin qedexekirin û pîvanên saxlemiyê tundtir kirin. Dê qehwexane, yaneyên şevê, dibistan û nimêjên bi kom bên girtin.

Ajansa nûçeyan a fermî Anadol dibêje li gor pîvanên nû divê xwaringeh maseyên xwe bi mitrekê ji hev dûr bixin.

Ajansê her wiha got kombûna leşkerên nû wê bi awakî demkî bê qedexekirin.

Herî kêm 670 keysên vîrusa korona li Tirkiyê hatine dîtin û 9 kesan jiyana xwe jidest daye.

XS
SM
MD
LG