Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Endamekî Hêzên Deryayî yên Amerîka bi Vîrusa Korona Ketiye


Peyvdarê komandariya navendî ya Amerîkî (CENTCOM) Bill Urban ragihand ku endamekê hêzên deryayî yên Amerîka li wîlayeta Florîda bi vîrusa korona Ketiye.

Urban got deryavan roja 15 mehê vegeriyabû Amerîka û xwe li mala xwe veqetandibû. Ew ne li CENTCOMê ranewestiyabû û ne jî li bingeha hêzên esmanî, ku komandariya wê li bajarê Tampa ye.

Deryavanê Amerîkî roja Çarşemê hest bi nîşanên korona kiribû û berpirsên tendirustî agahdar kiribûn û pizîşkan, ji bo pişkinînê, ew li derveyî bingeha Macdill dîtibû.

Berpirs dibêjin encamên pişkinîna wî roja Înê derketin û erênî bûn.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG