Wezîrê Karên Navxweyî yê Tirkîyê Suleyman Soylu li ser Twitterê dîyar kir ku hêjmara penaberên ji Tirkîyê li ser sînorê Edîrne re derketîne gihîştîye 76 hezar û 358 kesan.
Tirkîyê piştî geşedanên li bajarê Îdlibê jibo penaberan “polîtîkaya sînorên vekîrî” bi rêve dibe, bi hezaran penaberên li bajarên cuda cuda yên Tirkîyê bere xwe dan bajarê Edîrne ku li ser sînorê rojavayê Tirkîyê dimîne. Penaber li ser derîyê sînorî yê Tirkîyê û Yunanîstanê dixwazin derbazî Yunanîstanê bibin û ji wir jî derbazî welatên din ên Ewrupa bibin.
Penaberên dixwazin derbazî Ewrupayê bibin ne tenê Surîyeyî herwiha Îranî, Afqan, û Pakîstanî hene. Herwiha ji van penaberan beşeke mezin jin, zarok û ciwan in ku dixwazin ji Tirkîye derbazî Ewrupa bibin.
Neslîhan Onder aktivîsta mafên penaberan dibêje piştî Tirkîye sînorên xwe vekirin bi hezaran penaber berê xwe dan ser sînorê rojavayê Tirkîyê.
“Penaber dem dem li ser derya Ege, çemê Merîç’ê û derîyên sînorî re derbazî Yunanîstanê dibin. Lê niha li ser derîyê sînorî Pazarkule leşkerên Yunan nahêlin ti kes derbaz bibe. Car caran leşkerên Yunan bi gazên îsotê û bombeyên deng mudaxaleyî penaberan dike.”
Onder dîyar dike ku niha li derîyê sînorî yê Pazarkule nêzîkî 10 hezar penaber dimînin û wiha got,
“Penaberên li ber derîyê Pazarkule nizanin dê çend rojan bimînin, Jiber vê yekê jî penaberan jibo xwe tebdîrên berbiçav negirtîne. Heyva Sor a Tirkîyê û hin rêxistinên civaka sîvîl alîkarîyan xwarin û vexwarinê didin penaberan. Lê ne dîyar e ku derî wêrin vekirin an na.” Wê got.
Hêjayî birxistinê ye ku rêveberên Yunanîstanê jî dîyar kirin ku heta niha ji 4 hezar kesî zêdetir penaberên ku xwestin derbazî welatê wan bibin hatine asteng kirin û 66 kes jî hatine binçav kirin.