Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bi Hezaran Koçber li Ser Sînorê Tirkiyê û Yûnanistanê Kom Bûne


Neteweyên Yekgirtî îro Yekşemê got herî kêm 13,000 kes li ser sînorên Tirkiyê û Yûnanistanê kom bûne, piştî ku Tirkiyê bi fermî vekirina sînorê li pêş koçber û penaberan ragihand.

Biryara vekirina sînor ji aliyê Tirkiyê ve tê di demekê de ku rûbirûbûnên leşkerî li parêzgeha Idliba Sûrî gur bûne di navberea hêzên Tirkiyê û Yên hikûmeta Sûriyê de.

Li Sûriyê, hikûmetê got wê esmanê bakurê rojavayê welêt li pêş geşt û firokên bê firokvan girtiye û û her firokeka ku derbasî esmanê Sûriyê bibe wê bê xistin.

Ragihandina hikûmeta Sûriyê tê du rojan piştî êrîşên firokên bê firokvan ên Tirkiyê ku çalakvanan gotibû wan ziyanên mezin gihandin hêzên Sûriyê.

Ev rûbirûbûnên leşkerî bûn sedema girjiyan di navbera Tirkiyê û Rûsya de, ku her yek ji wan piştgiriya aliyekî dijber dike li Sûriyê.

Wezîrê berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar di axaftinekê de li bingeheke leşkerî ya nêzîkî sînorê Sûriyê, got Tirkiyê hêzên Sûriyê dike armanc ne yên Rûsya.

Wî daxwaz ji Rûsya kir ku serokê Sûriyê Beşar Esed razî bike da hêzên xwe vekişîne sînorên agirbesta sala 2018an li Idlibê.

XS
SM
MD
LG