Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê Deriyê Ewrupa li Pêş Penaberan Vedike


Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erodogan got sînorên welatê wî li gel Ewrupa îro Şemiyê hatine vekirin, di demekê de ku bi hezaran li ser sînorê Tirkiyê yên bi Yûnanistanê re, kom bûne.

Ragihandina Erdogan a vekirina sînor guhertineke berbiçav e di siyaseta Tirkiyê de û hewildana danîna fişarekê ye li ser Ewrupa.

Ew tê di demekê de ku rûbirûbûnên leşkerî li parêzgeha Idlibê gur dibin.

Erdogan di axaftina xwe ya îro Şemiyê de got:

“Em nikarin barê pêleke din a koçberan rakin.”

Dora 950 hezar sivîlên bêşûnûwarbûyên parêzgeha Idlibê li ser sînorê Sûriyê û Tirkiyê, di keş û hewayeke sar de dorpêçkirî mane.

Erdogan got:

“Emê dergehan li pêş penaberan negirine… Divê Yekîtiya Ewrupî li ser sozên xwe bimîne. Em ne mecbûr in hejmarên mezin ên penaberan bi xwarin bikin û li wan xwedî derkevin. Eger hun rastgo ne, wê demê bi me re parve bikin.”

Li gor rêkeftina 2016an, Tirkiyê erê kiribû ku derbaskirina penaberan bo Ewrupa rawestîne li beramber alîkariyên darayî.

Tirkiyê niha mevandariya 3.5 milyon penaberên Sûrî dike û her wiha hejmanreke penaberên ku ji ber şer û birçîbûnê ji Asya û Afrîqa reviyane.

XS
SM
MD
LG