Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Agahiyên Dawî li dor Krîza Ukraynayê


Serbazekî Ukraynî li herêma Kharkiv
Serbazekî Ukraynî li herêma Kharkiv

Serokê Ukraynayê Zelenskiy bang li welatên rojava kir ku hişyariyê bidin Rûsyayê li dor plana eva dawî ya teqandina bendava ku dê navçeyeke berfireh a başûrê Ukraynayê di bin avê de bihêle, ji ber ku hêzên Ukraynayê xwe amade dikin ku leşkerên Moskoyê ji bajarê Xersonê yê dagirkirî derxînin.

BERDEWAMIYA ŞER

Binesaziyên girîng li seranserê Ukraynayê bi zêdetirî deh mûşekên Rûsî hat lêdan, hêza asmanî ya Ukraynayê got, ligel çend deveran ku êrîş li ser bingehên enerjiyê û qutbûna elektrîkê ragihandin.

Ajansa Reutersê ku ev nûçe ragihand, nekarî bi awayekî serbixwe raportan piştrast bike.

Rûsya Ukrayna bi êrîşkirina bi rokêtan ya bendava Nova Kakhovka û plankirina wêrankirina wê tohmetbar kir ku karbidestên Ukraynayê nîşana wê yekê didin ku dibe Mosko wê biteqîne û Kîevê tawanbar bike.

Her du aliyan belgeyên ku îdiayên xwe piştrast bikin nedane.

Wezîrê enerjiyê yê Ukraynayê got ku êrîşên asmanî yên Rûsî herî kêm nîvê şiyana berhemhênana enirjiya germê ya Ukraynayê xistiye û ji 10ê Cotmehê ve bi mîlyaran dolar ziyan dîtiye, tevî ku hemî yekîneyên elektrîkê bi tevahî dest ji kar bernadin,.

Wezîr got wî ti nîşanên pêşkeftinê ji bo rêkeftinekê bi beşdariya Rûsya, Ukrayna û çavdêriya navokî ya NY li ser çareserkirina rewşa santrala navokî ya Zaporizhzhia ya di bin dagirkeriya Rûsyayê de nedîtiye.

Ukrayna ta niha 85% ji dronên "kamikaze" yên ku ji aliyê Rûsyayê ve tên avêtin xistine, lê ji bo rêgirtina li firotina moşekên balîstîk ên Tehranê bo Moskoyê, pêwîstiya xwe bi piştgiriya hevalbendan heye, berdevkê hêzên asmanî got.

DÎPLOMASÎ

Brîtanya, Fransa û Almanya bang kirin ku vekolînek ji aliyê Neteweyên Yekbûyî were kirin derbarê sûcdarkirina Rûsyayê ku dronên Îranî ji bo êrîşa li ser Ukraynayê bikar aniye, û wan got ku ew binpêkirina biryara Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ye.

Wezîrê berevaniyê yê Amerîkayê Austin û wezîrê berevaniyê yê Rûsyayê Shoigu ji meha Gulanê ve yekem car axivîn; dîplomatekî Rûsî yê payebilind got ku ev bang ji bo hevtêgihîştinê pêwîst e, ajansa nûçeyan TASS ragihand.

Pentagonê red kir ku hûrguliyan pêşkêş bike ji bilî ku Austin, ku dest bi axaftinê kir, tekezî li ser hewcedariya xetên ragihandinê kir.

Wezîrê Derve yê Amerîka Blinken got: "Amerîka dê her rêyekê ji bo pêşdebirina dîplomasiyê ligel Rûsyayê binirxîne eger vebûnekê bibîne, lê niha Mosko ti nîşanek ji amadebûna danûstandinên watedar re nîşan nade."

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG