Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Amerîka Asta Buhabûnê li Sibatê Zêde Bû


Wezareta Kar ya Amerîka îro Pêncşemê ragihand ku bilindbûna buhayên kelûpelan li Amerîka meha Sibatê zêde bû û gihişt asta salana ya herî bilind ya 40 salên dawî.

Wezaretê herwiha pêşbînî kir ku jiber şerê Rûsya li Ukraynayê dê asta enflasyonê û buhabûna nirxên gazê li Amerîka di mehên pêş de her bilindtir bibe.

Buhayên kelûpelan meha Sibatê bi rêjeya & 0.8 zêde piştî ku meha yekê di sala 202’an de gihiştibû % 0.6%, wezaretê got.

Li gor hejmarên dawî yên hikûmeta Amerîkî, di 12 mehên dawî de heta Sibatê rêjeya buhayê gihiştiye % 7.9. Ev jî rêjeya herî bilind e ji sala 1982’an ve.

Li ber vê enflasyona zêde, tê çaverê kirin ku banka navendî ya Amerîkayê hefteya bê rêjeya sûdê li ser qerzan bilind bike.

Ji alîyekî din ve, rêjeya bêkarîyê jî di hefteya dawî de li Amerîkayê zêde bû. Wezareta Kar îro Pêncşemê eşkere kir ku di hefteya ku 5’ê Adarê de bidawî bû, 227,000 serêldanên nû yên wergirtina alîkarîya bêkarîyê hatin tomar kirin.

Aborîzan dibêjin qedexekirina ku Amerîka daye ser derkirîna nefta Rûsyayê dê bihêle ku buhayê benzînê li Amerîka bi berdewamî zêde bibe.

Niha galona benzînê li Amerîka bi dora 4.30 dolaran e. Berî mehekê rêjeya buhayê benzînê 3.46 dolar bû.

XS
SM
MD
LG