Di demkê de ku qanûndanerên Amerîkî nêzîkî biryarekê dibine, li dor terxankirina 1 trilyon dolar ji bo rûbirûbûna vîrosa korona, 25 % ji amerîkiyan divê li malên xwe bimînin.
Piştî ragihandina 5 wîlayetan li dor mayîna xelkê li mal, hin wîlayetên din jî bang li rûnişvanên xwe kir ku dûrî kombûnan bin.
Hakimê wîlayeta West Virginia Jim Justice daxwaz ji rûniştvanên wîlayeta xwe kir ku vê gefê rijdî wergirin û got:
“Em wek ku di fîlmekê de winda bûbin û nikarine çi riyan bibînin.”
Herî kêm 23,941 keys li Amerîka hatine piştrastkirin û 306 kes mirine, li gor amareka ajansa Reutersê ku agahî ji malperên hikûmetên xwecihî yên Amerîka kom kirine.
Serkirdeyê Komarî Mitch McConnell, di derbarê terxankirina 1 trilyon dolar de got ku ew nêzîkî wê biryarê dibine û dê roja Duşemê dengdanê li dor wê bikin.
Hêlên esmanî yên Amerîka daxwaza 29 milyar dolar dikine, da ku karmendên xwe neşînin mal, lê qanûndaner dibêjin ew bêhtir ber bi wê yekê ve diçine ku qerzan bidin hêlên esmanî, ne pereyên kaş.