Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rikeberîya Hilbijartinan di Dîroka Demokrasîya Amerîka de


Serok Amerîka Donald Trump ne kandîdê yekem e ku li beramber encamên hilbijartinên serokayetîyê radiweste.

Idîaayên sextekarîyê di hilbijartinên 1960 de derketin pêş, di navbera John Kennedy yê Demokrat û Richard Nexon ê Komarî de.

Komarîyan wê demê guman kir ku şaredarê bajarê Chicago Richard Daley bi mebest tenê hin dengên ku pê Kennedy wîlayeta Illinois wergire ragihandin. Lê Nixon piştre ev guman neşopand.

Profîsorê alîkar li zanîngeha Clarkson a New Yorkê Alexander Cohen dibêje,”hin belge hene ku Nixon wê demê nexwest dabeşbûnekê derxe pêş.”

Di hilbijartinên sala 2000î de, germîya rikeberîya di navbera Demokrat û Komarîyan de hîşt ku sîstema dengdanê were serwextkirin.

Kandîdê Demokrat yê wê demê Al Gore li wîlayeta Florida encam red kirin û doza xwe gihand Dadgeha Bilind.

Profîsorê alîkar li zanîngeha Pennsylvania Robert Speel dibêje, ”Diyar bû ku gelek wîlayetên Amerîkî wê demê sîstemeke kartên dengdanê bikar dianîn û ew bûbû sedema kêşeyan li Florida. Bê ku Amerîkî zanibin, bi hezaran deng dihatin avêtin ji ber ku wê sîstemê baş kar nedikir... berpirsên hilbijartinan ji vê yekê agahdar bûn, lê nedigotin heta ku di hilbijartinên 2000î de li Florida aşkere bû.”

Speel anî ziman ku wê kêşeyê hîşt ew sîstem bê serwextkirin û niha Amerîka sîstemeke nûjentir bikar tîne.

Al Gore wê demê serokayetî ji dest da, tevî ku li ser asta dengên giştî li pêş George Bush bû.

Di hilbijartinên sala 1876 de, nakokîyên di navbera kandîdê Komarî Rutherford Hayes û yê Demokrat Samuel Tilden de, bûn sedema bêparî û bindestîya reşan û bandora wê yekê ta roja îro li Amerîka diyar e.

Wê demê herdu aliyan jî îdîaa kir ku wan piranîya dengên desteya hilbijêran( Electoral College) wergirtine, lê dawî partiya Demokrat razî bû ku encam di berjewendiya Komarîyan de bin.

XS
SM
MD
LG