Amerîka niha êdî bawer dike ku êrîşeke Rûsî li dijî Ukraynayê dibe ku di her kêlîkekê de pêk were, Şîretvanê Ewlekarîya Niştimanî ya Amerîkayê Jake Sullivan îro Yekşemê got.
“Em bawer dikin ku Rûsan karînên xwe bi cîh kirine da ku operasyoneke leşkerî ya mezin li nav Ukraynayê pêk bînin, û me baş jibo amadekirina bersivekê kar kiriye,” Sullivan ji televizyona NBC re got.
Di hevpeyvîneke din de ser kanala Fox News, Sullivan got ku niha êdî “Rûsya çi rojê dikare kiryareke leşkerî dijî Ukraynayê bike, û dibe ku di nav du hefteyan de be.”
Karbidestên zanyarî yên Amerîkî dibêjin ku Moskowê 70% ji hêza xwe ya êrîşber jibo êrîşekê bi cih kiriye.
Sullivan herwiha got ku dagîrkirina Rûsyayê de “bi buhayekî mirovî li Ukraynayê hebe, lê ew buhayekî stratejîk jibo Rûsyayê hebe.” Amerîka gotîye ew amade ye ku sizayên aborî yên bilez û tund li dijî Moskowê ferz bike da ku zîyanê li aborîya Rûsyayê bike.
“Rûsya çi kiryaran bike, Amerîka amade ye,” karbidestê Amerîkî dîyar kir.
Lê belê, Sullivan got ku Amerîka amade ye ku danûstandinê ligel Serokê Rûs Vladimir Putin bike derbarê fikarên wî yên ewlekarîyê ser kiryarên Amerîka û hevalbendên wê yên NATO’yê.
“Lê em ne amade ne ku prensîpên bingehîn yên ewlekarîyê gotûbêj bikin, di nav de jî derîyê vekirî yê NATO jibo welatên ku pîvanên wê pêk tînin,” Şîretvanê Serokê Amerîkî Joe Biden dîyar kir.
Mebesta wî daxwaza Putin ji NATO’yê ku endamtîya pêkan ya Ukraynayê di hevalbendîya leşkerî de qebûl neke.