Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lêkolîn:Têsta Koronayê li Amerîka Hîn Rê Nade Rakirina Bendan


Bersivdana Rêveberiya Donald Trump di van rojên dawî de li dor yek peyamê dizîvire, ew jî pêwîstiya vekirineke zû ya abûriyê.

Koşka Spî rênimayên jihevdûrketina civakî yên ku ta roja 30 nîsanê hatibûn danîn serwext nekirin û pêşbîn e serok Trump hefteya pêş biçe Arîzona, ku ev bû meheke sefer nekiriye.

Di demekê de ku asta belavbûna vîrusa koronayê li hemî wîlayetên Amerîkî ne wek hev bû, hin wîlayet û hikûmetên xwecihî bazaran, şanogehan û cihên berberan vedikine û hinên din hîn pêgir in bi biryara mayîna li mal.

Vîrusê hîşt ku piraniya 320 milyon Amerîkî li malên xwe bimînin.

Lêkolîneke zanîngeha Harvard hefteya borî got ku 5 milyon têst rojan heta meha Hizêranê dê pêwîst bin ta ku beşekî bendên civakî rabe û ji bo vekirina abûriyê bi temamî pêwîstî bi 20 milyon têst heye.

Trump gotiye ku nêzîk dê ev hejmarên têstan bibin, lê berpirsê têstkirinên vîrusê û alîkarê wezîrê tenduristî û xizmetên mirovî Brett Giroir ji kovara Times re gotiye ku pêkanîna 20 milyon têst rojane tiştekî ne pêkan e.

Wî got ne 20 milyon û nejî 5 milyon têst rojane pêkan in.

Tê zanîn li Amerîka ji dema vedîtina vîrusa koronayê ve di meha Çile de, bêhtirî milyonek kes bi vîrusê ketine û 6.2 milyon hatine têstkirin.

Ta niha li Amerîka 64,700 kes bi koronayê mirine.

XS
SM
MD
LG