Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Wanê Piştî 6 Mehan 4 Rojnamevan Hatin Berdan


Rojnamevanên hatine berdan (Adnan Bîlan, Nazan Sala, Şehrîban Abî, Cemîl Ugur)

Rûniştîna doza rojnamevanên girtî yên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Adnan Bîlen, Cemîl Ugur, rojnamevana Ajansa Jin Newsê Şehrîban Abî, Nazan Sala û rojnamevana ne girtî Zeynep Turgut li Dadgeha Cezaya Giran ya Wanê pêk hat.

Di rûniştina dozê de her 5 rojnamevan bi îdiaya “endamtîya Koma Civakên Kurdistan (KCK)” hatin suçdar kirin.

Dadgehê wek delîlên dest xistî ji rojnamevanan axaftinên wan yên telefonê, hevpeyvînênwan yên ligel rûniştvanan pirsî.

Rojnamevanan jî di parastinên xwe de anîn ziman ku wan tenê karê rojnamevanîyê kiriye û gotin ku delîlên ku dozgerîyê dest xistî, rojnamevanîya wan piştrast dike.

Piştî parastina rojnamevanan û parêzeran dadgehê bîryara berdana 4 rojnamevanên Kurd da.

Hevserokê Komeleya Rojnamevanên Dîcle û Firatê (DFG) Serdar Altan got ku bivê dozê wan carek din dît ku armanca pêşîgirtina rojnamevanîyê ye.

“Nûçeyên ku çêkirine ji bo wan wek suç hatiye dîtin. Em her tim dibêjin, karê ku tê kirin karek pîroz e. Rojnamevanî jibo pêşeroja civakê ye. Belê me îro encamek baş hilda, lê niha li zîndanên Tirkîyê gelek rojnamevanên girtî hene. Divê hemî werin berdan.”

Sazîyên Sîvîl yên Rojnamevanan li pêşwaziya rojnamevanên azad kirî
Sazîyên Sîvîl yên Rojnamevanan li pêşwaziya rojnamevanên azad kirî

Li ser bîryara dadgehê li ber Edlîye ya Wanê Sendîkaya Rojnamevanên Tirkîyê (TGS), DFG, Platforma Rojnamevanên Jin yên Mezopotamyayê, Baroya Wanê û Komeleya Xebatên Hiqûq û Medyayê (MLSA), Parlamenterê Serbixwe yê Stenbolê Rojnamevan Ahmet Şik daxuyanî dan û keyfxweşîya xwe anîn ziman.

Hêjayî bîrxistinê ye ku MA û Jin Newsê bi raporên fermî yên nexweşxaneyê derxistibûn holê ku cotkarên bi navê Servet Turgut û Osman Şîban ji alîyê leşkerên Tirk ve hatine eşkence kirin. Piştî vê nûçê hêzên ewlekarîyê di 9’ê Cotmeha 2020’an de li Wanê dijî Jin Newsê û MA’ê operasyonek pêk anîbû û 4 rojnamevan hatibûn girtin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:03:26 0:00

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG